ÎHD: Li girtîgehan şertê jiyana mirovane tune ye 2020-04-21 14:29:51 ENQERE - ÎHD'ê di rapora 3 mehan ya têkildarî girtîgehên li herêma Anatoliya Navîn de diyar kir ku li girtîgehan şertê jiyanê tune û girtî rastî neheqî, tundî û heqaretê tên.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê rapora 3 mehan a der barê rewşa girtîgehên Anatoluya Navîn de amade kiribû bi raya giştî re parve kirin. ÎHD'ê di Rapora Şopandina Binpêkirina Mafan a Girtîgehan de diyar kir ku wan li gori dane û çavdêriyên parêzer, malbat û xizmê girtiyan ên serî li wan dane ev rapor amade kirine. ÎHD'ê di rapora ku ji çavdêriyên meha Çile, Sibat Adarê pêk tê de anî ziman ku li girtîgehan binpêkirina mafan, mirin, muameleya xerab, zext û binpêkirina mafê ragihand û tenduristiyê  zêde bûye û bang li Wezareta Dadê û rasizyên eleqeder kir ku erka xwe pêk bînin. ÎHD'ê anî ziman ku "Mafê jiyanê" ku di qada navneteweyî de hatiye îmzekirin û parastin li girtîgehan pêk nayê û girtî rastî tundiyê hatine. Dîsa mafê girtiyan ê ragihandinê ji destê wan hatiye girtin.    9 GIRTIYAN JIYANA XWE JI DEST DAN   ÎHD'ê da zanîn ku di 3 mehên ewil ên 2020'an de li girtîgehan bi giştî 9 girtiyan jiyana xwe ji dest dane û wiha cih da raporê:    Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Afyonê, tundiya fîzîkî, derûnî û devkî zêde buye. Girti rastî îşkenceyê ten û di yek hucreyê e têne girtin. Girtî rastî gefan tên. Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtiyê nexweş tevî kelepçeyan tên mayinekirin. Girtiyên nexweş baş nayên muayinekirin. Bêyî teşhîs bikin derman dinivîsin. Ji ber girtiyan nabin nexweşxaneyê rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale, tedbîrên li dijî vîrûsa corona pir kêm in. Hemû cihên ku zede dest digêjinê nayên desenfeketkirin. Malzemeyên paqijiyê zêde nayên dayîn. Girtiyên dixwazin malzemeyê paqijiyê bistînin jî bi şertên ku bi pereyên xwe bistînin dikarin bistînin. Li Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 1 a Sîncanê jî girityê nexweş ê pençeşêrê ku divê bi lez mudaxaleya tenduristî bê kirin 2 sal şûnde hatiye kirin. Dîsa li girtîgeha Jinan a Sîncanê jî girtiyên du ji ber malbata wan dûrî wan e dixwazin bêne sewqkirin û daxwazname dane, daxwaznameyên wan bê bersîv mane.    DAXWAZÊN KOMİSYONA ÎHD'ê:    “* Divê girtiyên di greva birçîbunê ya bêdem û bêdorveger de bin cezayên wan ên dîsîplîn û hucreyê bê rakirin. Mafê wan ê ragihandinê bê parastin.    * Divê girtiyên di grevê de bin, hevdîtina wan a biparêzeran di bin qeydên kamerayan de neyên kirin.    * Divê ji bo girtiyên nexweş li gorî diyeta wan xwarin bê dayîn.    Divê hêjmara xizmetkarên denduristiyê bêne zêdekirin. Li şûna rîngê divê girtiyên nexweş bi ambulansê bêne sewqkirin. Divê girtiyan derxin revîr û nexweşxaneyan.    * Divê dawî li muayineya bi kelepçe bînin.    * Divê girtîgeh destûr bidin heyetên tendristiyê yên serbixwe ku biçin ligirtîgehan lêkolîn bikin.    * Divê pergala înfazê li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan bê rastkirin.    * Divê mafê ragihandinê bê parastin û rojnameyan bidin girtiyan.    * Divê girtiyên dûrî malbatên xwe sewqî girtîgehên nêzî malbatê bê kirin û heqê sewqê ji girtî û malbatan neyê xwestin.    * Divê di sewqa girtîgehan de girtî rasztî lêgerîna tazî neyên kirin û kesên vê yekê dikin jî bên darizandin.    * Divê rê li pêş hewldanên ku mafê jiyanê tune dike bê girtin û mafê jiyanê bê parastin."