ROJEVA 22'YÊ NÎSANA 2020'AN 2020-04-22 09:00:26 * Rojnamegerê Herême Nîhat Kaya têkildarî geşedanên li Herêma Zînî Wertê pêş dikevin nirxandin kir û diyar kir ku êrîş û planên li dijî Kurdan berfireh in. Kaya da zanîn ku PDK li ser navê prestîja xwe ya winda kiriye ji bo ji nû ve bi dest bixe bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike û got: "Êv plan bi berfireh e. Ger şerekî navxweyî pêş bikeve dê Kurd di sedsala 21’an de winda bikin. Divê Kurd bibin yek." * Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen anî ziman ku rêbazên wekî rant, nelirêtî û îltimasî tên ferzkirin û got: "Ji wan tirê em ê bi van rêbazan paş ve gav bavêjin, xiyalan ji xwe re çêdikin."   * Geliyê Botanê ku îsal ji ber vîrûsa coronayê bêdeng e, bi dîmena xwe û kulîkên xwe yên rengrengî mirovan heyr û hejmekar dihêle.    * Kemal Bulbulê HDP'î anî ziman ku qanûna înfazê ya nû berdewamiya "Plana Rûxandinê" ye û got, wê bi endamên çeteyan ên bi vê qanûnê derdikevin tiştên wekî JÎTEM'ê ava bikin.    * Mêrsîniyan anî ziman ku AKP'ê li dijî şewba coronayê baş tevdîr negirtine û kampanyaya alîkariyê ya hikûmetê jî rexne kirin û gotin: "Dewletên din alîkariya pereyan dikin, lê ya me ji me dixwaze."    * Li gorî ÎLO'yê wê heya dawiya salê li cîhanê zêdetirî 25 milyon mirov betal bimînin. Li Tirkiyeyê jî li gorî pisporan ji bo felaketeke çênebe tekane rê bidawîbûna ferzkirina destûra bêheq û qedexekirina derxistina ji kar e.    * Bi qanûna înfazê ya nû re wê MÎT karibe girtiyan ji girtîgehan bigire û bide ber lêpirsînê. Cîgira Serokatiya Giştî ya FÎDH'ê Reyhan Yalçindag, anî ziman ku wê ev yek bi xwe re îşkenceyê û rêbazên lêpirsînê yên qedexe jî bîne.    * Gihayê Zûzaxê ku li deverên qelaç ên navçeya Pasûrê şîn tê, yek ji berên bivênevê yên ser sifreyan e.    * Hem esnafên bazara li Rêya Armûşê hem jî welatiyên diçin bazarê ji rewşa heyî nerazîne. Welatiyan anîn ziman ku meha Remezanê hatiye, lê dîsa jî fiyet biha ne û ji ber vê nikarin pêdiviyên xwe bikirin û esnafan jî got, fêkî û zebzebên di dest wan de mane xera dibin.   * Serokê Şîrketa Qulûba Enerjiyê û Çavkaniyên Kûrewî ya Londrayê Mehmet Ogutçu, anî ziman ku wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke erênî li gel bike, lê belê wê hikûmet dahata pêvekî ya ji petrolê tê nede gel.    * Hevserokên HDP’ê yên Dêrsîmê têkildarî kampanyaya xwişk û bira de diyar kirin ku armanca kampanyaya wan piştevaniya maneviye û wiha gotin: “Di dîrok, kevneşopî û baweriya me de mafê biratiyê heye. Ji ber vê yekê banga me li herkesê heye ku piştgiriya kampanyayê bikin.”   * Ji malbata Oyûnlû ya ku li Licê hatî binçav kirin û pişt re hatin girtin 4 kes di girtîgehê de ne. Li malê bav û dapîra di nav cihan de tenê man.   * Pêşketinên derbarê şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) de wê bên şopandin.   * DÎSK, KESK, TTB û TMMOB wê li ser înternetê civîna çapemeniyê pêk bîn in û bernameya 1'ê Gulanê aşkere bikin. (12.00)