Mêrsînî: Em bi tevdîrine hişk û cidî dikarin ji vîrûsê xelas bibin 2020-04-22 09:23:49 MÊRSÎN - Mêrsîniyan anî ziman ku AKP'ê li dijî şewba coronayê baş tevdîr negirtine û kampanyaya alîkariyê ya hikûmetê jî rexne kirin û gotin: "Dewletên din alîkariya pereyan dikin, lê ya me ji me dixwaze."  Mêrsîniyan, diyar kirin ku AKP li dijî vîrûsa coronayê (Covîd-19) baş tevdîr negirtine. Welatiyan anî ziman ku demildest divê AKP di warê aborî de alîkariya gel bike û gotin, divê alîkariyeke wiha bikin ku welatî karibin di mal de bimînin.    Nergîs Danabaş, anî ziman ku AKP ji ber rewşa aborî nikare bi awayekî domdirêj qedexeya derketina derve îlan bike û got: "Qey vîrûs tenê di hin rojan de belav dibe? Ji ber ku piştgiriya mirovan nayê kirin, mirov dertên derve. Ji ber ku mirov dixebitin çarşî qelebalix e. Mirov mecbûr in debara xwe bikin. Divê hikûmet tenê ne dawiya hefteyê, divê nêzî hefteyekê, nêzî 10 rojan qedexeya derketina derve îlan bike. Helbet divê piştgiriya welatiyan jî bike. Cihê kar ez jî bêheq şandim destûrê. Lê bawer bikin hezar û 100 TL bi kêrî tiştekî jî nayê. Kirêya min û lêçûnên min hene. 20 roj in min serî li krediya piştgiriyê daye, lê hê jî nehatiye bersivandin."    ‘DEWLET DESTÊ XWE LI BER ME VEDIKE'    Danabaş, anî ziman ku AKP nikare pêvajoya şewbê bi rê ve bibe û got, daneyên Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ne rast in. Danabaş, got: "Em bacê didin dewletê. Diviya me destê xwe vekira, lê ew destê xwe vedike. Ji welatiyan 10 TL'yan dixwaze. Lê ew pere heqê 10 danan dike. Hikûmet tu sozên xwe yên ji bo alîkariyê bi cih nayne."    JI BO ALÎKARIYÊ DERKETIYE DERVE    Sûltan Kar jî anî ziman ku du meh in hevjînê wê naşixule û got, ji bo biçe weqfa alîkariyê ya civakiyî doza alîkariyê bike derketiye derve. Kar, got: "Heger qedexeya derketina derve bê dirêjkirin em ê ji şewbê xelas bibin. An jê kes guh nade tevdîran. Her kes li derve ye. Dewletê hezar TL alîkarî dame, me ew jî da heqê kirê. Piştgirî kêm in. Mirovên xizan pir in. Heger em dixwazin ji vê şewbê xelas bibin divê em dernekevin derve."    ‘EM NIKARIN MASKEYAN PEYDA BIKIN'   Îbrahîm Ogûz, jî dibêje tevdîrên tên girtin kêm in. Ogûz, destnîşan kir ku divê her kes bê testkirin û got: "Divê pêdiviyên mirovan hemûyan bên peydakirin û qedexeya derketina derve bê îlankirin. Tenê qedexe jî ne bes e. Divê pir test bên kirin. Qedexeya derketina derve ya ji bo çend rojan ne bes e. Niha em nikarin maskeyan jî peyda bikin. Me li ser e-devletê maske xwestin lê hê negihîştine ber destên me. ez maskeyê bi perê xwe dikirim. Daneyên tên parvekirin ne rast in. Dewletên din di warê pereyan de alîkariya welatiyên xwe dikin, lê ya me radibe pereyan ji me dixwaze."    Hakki Batû jî anî ziman ku ji ber tirsa şewbê nêzî 2 meh in derneketiye derve. Batû, diyar kir ku tevdîrên tên girtin ne bes in û got: "Hikûmet divê alîkariya xizana bike. Ez debara xwe dikim, lê du kirêvanên min hene, hikûmet alîkariya wan nake. Ez dikim. Min ji keya re got, wî jî guh neda wan. Hikûmet sirf ji bo bêje alîakriyê dikim qoliyekê tîne. Hikûmet dibêje ez alîkariya pereyan bikim. Ka ew pere? Li kuçeyan bi hezaran mirov hene. Em tenê dikarin bi tevdîrine hişk û cidî ji vê vîrûsê xelas bibin."    MA / Ergîn Çaglar