Gelo wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke çawa li civakê bike? 2020-04-22 09:27:46 ENQERE - Serokê Şîrketa Qulûba Enerjiyê û Çavkaniyên Kûrewî ya Londrayê Mehmet Ogutçu, anî ziman ku wê erzanbûna fiyetên petrolê bandoreke erênî li gel bike, lê belê wê hikûmet dahata pêvekî ya ji petrolê tê nede gel.  Petrola West Texas Intermediate/WTI a DYA'yê, hema bêje sedsala 21'ê de cara ewil e ev qasî erzan bûye. Cara ewil ku ji sedî 40 erzan bûye û fiyetê warîla wê heya 10,87 dolarî erzan bûye. Serokê Şîrketa Qulûba Enerjiyê û Çavkaniyên Kûrewî ya Londrayê Mehmet Ogutçu, krîza di piyaseyên petrolê de pêk tê û encamên wê yên muhtemel ên li gor welatan nirxand.    PETROLA DYA'YÊ RÛXIYA    Ogutçu, anî ziman ku pêldariya di piyaseyên petrolê de û westadriya aboriya cîhanî û rageşiyên jeo-stratejîk beriya şewba Covîd-19'yê rû dabûn û got, ev yek bi şerê di navbera Rûsya û Erebîstana Siûdî de ku ji ber fiyet û para bazarê rû da ev yek kûrtir bûye. Ogutçu, diyar kir ku DYA'yê xwestiye di ser Erebîstana Siûdî re Rûsyayê derî para bazarê bihêle, lê belê pêngavên ku Serokê Rûsyayê Pûtîn avêtine ev yek pûç kiriye û got, paşê Rûsya û Erebîstana Siûdî hin peyman çêkirine, lê belê ew peyman jî bi kêrî piyaseyên petrolê nehatiye.    Ogutçu, anî ziman ku ji ber şewbê wê pisgirêka daxwazê û kêmbûna fiyetan hinekî din jî bidome û got: "Tişta ku li vira derketiye holê; DYA xwestiye ji Rûsyayê petrolê bidize, lê bi saya lîstika kişikê ya aqilane ya Pûtîn petrola DYA'yê rûxiyey. Helbet ev rûxandin ne rûxandineke mayînde ye. Wê niha hilberîna petrolê bidin sekinandin, lê ev wisa gava kengî bixwazin wê wiha bibe nabe."    Ogutçu, diyar kir ku li cîhanê hêdî hêdî dev ji petrolê tê berdan û bikaranîna sotemeniya fosîlî zêdetir dibe û got: "Tim ji min dipirsîn 'wê kengî dawiya petrolê bê?' Min wek pêvajoyeke bisancû ev pêvajo dinirxand û digot wê ev pêvajo nêzî 10 salan dewam bike. Lê belê ev şewb lez da rûxandina petrolê. Loma pêşeroja şîrketan hinekî di xetereyê de ye."   'WÊ JI BO TIRKIYEYÊ NEBE MELHEM'   Her wiha Ogutçu, bal kişand ser bandorên erzanbûna petrolê yên li ser Tirkiyeyê jî û got, ev yek ji bo welatên pêgirtiyê petrola derve ne tiştek baş e, lê belê ji ber ku li Tirkiyeyê baca ji sotemeniyê tê girtin zêde ye, wê tesîreke baş li welatiyan neke. Ogutçu, bilêv kir ku baca petrolê ji sedî 60 e û got: "Hûn bi 10 lîreyan petrolê dikirin, lê 6 lîreyê vî pereyî bac e. Heger dewlet bixwaze ma qey nikare vê erzanbûnê ji bo gel jî bike. Dikare bike. Lê belê nake. Du sedemên vê hene. Yek; ev erzanbûn ne erzanbûneke mayinde ye. Ya din; pêdiviya dewletê bi pereyan heye. Hele di serdemeke wiha de wê dahata pêvekî ya ji petrolê tê qet ji bo gel nedin der. Wê bavêjin bêrîka xwe."     Ogutçu, destnîşan kir ku erzanbûna fiyetên petrolê ji bo Tirkiyeyê "pencereya firsendê" ye û got: "Dibe ku ji ber van fiyetên erzan maliyeta pîşesaziyê, maliyeta gihaniyê kêm bibe û hevsengiya tahsîlatan rihet bibe. Lê ji ber ku pirsgirêka eboriya Tirkiyeyê pirsgirêkeke ew qasî mezin e, wê ev rewş di petrolê de ji bo wê nebe melhem. Halbûkî ji bo gel bide der, wê ji bo candarbûna aboriya xaneyê bêtir pereyan xerc bike. Wê ev jî hêza pîşesaziya îmalatê zêdetir bike û wê karibe hîn baştir reqabetê bike. Lê ji ber dewletê vê yekê ji bo gel nake û em nizanin pereyan ji bo çi xerc dike, wisa xuyaye wê bi awayekî erênî bandorê li aboriyê neke."    MA / Selman Guzelyuz