KCD: Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye 2020-04-22 09:42:56 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî daxuyaniyek da û got: "Rojnamegeriya Kurd bêhndayîna Kurdistanê ye. Dîsa asta Rojnamegeriya Jinê hatiye cihê cihê şanaziyê ye. Banga me ji desthilatdaran re ew e ku divê demek ji ya din zûtir hemû rojnamegerên Kurd û yên din ên girtî serbest berdin."  Kongreya Civaka Demokratik (KCD) bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand û wiha got: "Yekemîn Rojnameya Kurdî di 22'yê Nîsanê 1898'an de bi hevkarî û keda birayên hev Miqdat û Abdurahman li paytexta Misir Qahîre yê hate derxistin. Rojnameya ku ji 4 rûpelan pêk dihat, di navbera salên 1898 û 1902'an de tevahî 31 hejmar hate weşandin."    KCD'ê anî ziman ku piştî weşana yekemîn a rojnameyê Dewleta Osmaniyan ji ber rojnameyê qedexe kir, rojname li Cenevre, London û hin bajarên Ewropayê weşangeriya xwe dewam kir û wiha berdewam kir: "Ji bo hejmarek rojnameyê 2 hezar rojname dihatin çapkirin û li Kurdistanê bi awayekî veşarî dihate belav kirin. Dewleta Osmaniyan ligel qedexekirina rojnameyê ceza li kesên dixwend jî dibarand û ew ceza dikirin. Dîroka 22'yê Nîsanê ya roja weşana rojnameyê li Başûrê Kurdistanê ji 22'yê Nîsana 1973'an û vir ve  wekî salvegera damezirandina rojnameya Kurdî hat îlan kirin û her sal tê pîrozkirin. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk 122'yemîn salvegera damezirandina Rojnameya Kurdî pîroz dikin. Em têkoşîn û keda hemû rojnamegerên ku di şexsê Mîqdat, Abdurehman Bedîrxan û Apê Mûsa de hat dayîn û ji hêla rejîmên faşist ve hatin qetilkirin bi bîrtînin û li hemberî têkoşîna wan rêz digirin."     KCD'ê, rojnameger silav kirin û wiha lê zêde kir: "Em bi vê wesîleyê hemû rojnamegerên ku ji pîvanên rojnamegeriyê tawîz nedane û li 4 perçeyên Kurdistanê dîl hatine girtin slav dikin û diyar dikin ku em her daîm ligel wan in û ew ne bi tenê ne. Banga me ji desthilatdaran re ew e ku divê demek ji ya din zûtir hemû rojnamegerên Kurd û yên din ên girtî serbest berdin. Girtina Rojnamegerên ku di vê serdemê de azadiyê ji bo me radigihînin hevsengê astengkirina mafê ragihandina azadiyê ye."    KDC'ê xwest piştevaniyê xurt bikin û wiha bi dawî kir: "Ligel hemû tiştî kevneşopiya Rojnamegeriya Kurdî li gorî desthilatdaran bi paş ketiye, lê li gorî Neteweya Kurdî bi dayîna gelek berdêlên mezin hêj mezin bûye û bi pêşketiye. Bi taybetî jî Rojnamegeriya Jinê û asta ku rengê jinê hatiyê, cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Em jî ji ber vê pêşketinê gelek bi rûmet in. Rojnamegeriya Kurdî ya ku yek ji hîmên bingeha Yekîtiya Netewî ye, di serdema teknolojî û ragihandinê de divê di çerçoveya exlaqê weşangerî û çapemeniyê de qada objektîf ya bê mezinkirin û berfirehkirin e. Banga me ji gelê me re ew e ku divê gelê me  di her şert û mercî de li rojname û rojnamegerên xwe xwedî derkeve û di nava piştevaniyê de be. Rojnamegeriya Kurdî bêhndana Kurdistanê ye."