Astengî bi malbatên xwişk û bira tên derbaskirin 2020-04-22 10:19:00 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina HDP'ê astengiyen ku îqtîdara AKP-MHP li pêş civakê derdixe bi kampanya "Malbatê Xwişk û Bira" derbas dike. HDP'ê di demek nêzîk de li Stenbolê 350, li Amedê 500, li Şirnexê 356 malbatên xwişk û bira ava kir û alîkariya zexîre da hezaran malbatan.    Di vê pêvajoya ku li Tirkiyeyê vîrûsa corona belav dibe û heta niha bi hezaran mirov ji ber virûsê mirin û zêdeyî 100 hezar mirov bi vîrûsê ketin de rayedarên hikûmetê banga "Li mal bimînin" "li mal jiyan heye" dikin. Lê li aliyê din pêdiviyên civakê yên jiyanî pêşwazî nakin. Li dijî vê yekê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo destê alîkarî û piştevaniyê dirêjî civakê bike kampanya “Malbatên Xwişk û Bira pêş xist. Tevî gelek astengiyên qeymeqam, walî, polîs û rayedaren hikûmetê kampanya HDP'ê ya "Malbatên Xwişk û Bira" belav dibe .Kampanya rastî eleqeyek mezin tê.    HDP'ê heta niha li Stenbolê 350 malbatên xwişk û bira anîn cem hev. Disa alîkariya zexîre û pêdiviyên jiyanî ya 4 hezar û 500 malbatan. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut, anî ziman ku piştî şewb belav bû dest bi xebatê kirin û di demek nêzîk de gelek malbatên pêdiviya wan bi alîkariyê heye tespît kirin. Bulut, anî ziman ku ewil alîkariya zexîre da malbatên ku pêwistiya wan neye. Me li ser rêxistinên navçeyan tora piştevaniyê ava kiriye. Em bi vê projeya "Malbatên Xwişk û Bira" dixwazin demdirêj pirsgirêkê çareser bikin. Em dixwazin her dem ruhê piştevaniya civakê xurt bikin. heta niha me alîkariya malzemeyên paqijî û zexîre da 4 hezar û 500 malbatan. Dîsa me 350 malbatên xwişk û bira ava kir. Armanca me ya vê kampanyayê piştevaniya di navbera malbat û civakê de em mezin bikin e. Hem em xwe digînin kesên pêdiviya wan heye, hem jî kesên pêdiviya wan heye bi rêya telefonê xwe digînin me. Dibe ku ev pêvajo  dirêj bajo. Malbatên ku dixwazin piştevaniyê bidomînin dikarin heta 3-4 mehan berdewam bikin.    BI PIŞTEVANIYÊ ASTENG TÊN DERBASKIRIN   Bulut, anî ziman ku hikûmet gelek astengiyan ji malbatan re derdixin û wiha bi dawî kir: "Bi kampanya malbatên xwişk û bira dewlet nikare astengiyan ji malbatan re derxe. Nikare ji malbatekê de bêje tu çima alîkariyê dide malbata din. Bi piştevaniya malbatan astengî tê derbas kirin."    HDP'Ê LI AMEDÊ XWE GIHAND 6 HEZAR MALBATAN   Rêxistina HDP'ê ya Amedê jî xwe heta niha gihînad 6 hezar malbatan. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, xebata kampanyayê nirxand û got: "Şewb bandorek neyînî li ser gelan dike. Em wekî HDP'ê ji bo rê li pêş vî aliyê neyînî ye şewbe bigirin me ev kampanya da destpêkirin. Ev şewb wekî bela ye. Xebatên me yên ji bo ku em civakê zane bikin, biparêzin û piştevaniyê bidin didome. Hem hewl didin di navbera malbatan de bibin pir. Di vê pêvajoya şewb belav dibe de tene tiştek heye. Ew jî xurtkirina piştevaniya malbatan e. Divê em piştevanî û parvekirina dinavbera malbatan de xurt bikin. Ji bo em vî aliyê xwe yê mirovî xurt bikin, pêş bixin û nûjen bikin derfetek ketiye destê me. Partiya me ku hêza xwe ji gel distîne, ji bo piştevaniya gel hemû hêza xwe seferber kiriye. Ji bo piştevaniya di navbera malbatan re dola pirê daye ser xwe. Xebatê me ya pira di navbera malbatan de bi hemû hêza xwe berdewam dike. Ev xebata me di heman demê de rewşa ku AKP'ê civak xistiye çi halî jî nîşan d8ide. Di çarçoveya xebatê de heta niha me alîkariya zexîre ya 2 hezar malbatan kiriye. Dîsa zêdeyi 500 malbatên xwişk û bira hatin avakirin. Em niha di pêvajoyek dijwar re derbas dibin. Heta ku em vê pêvajoyê derbas bikin ev xebata me dê bidome. Em hêvî dikin ku ev pêvajo di demek nêzîk de bi dawî bibe. Em carek din hevî û daxwaza xwe ya mirovên me di rojên azad û bi tenduristî de bijîn dikin."    LI ŞIRNEXÊ MALBATÊN XWIŞK Û BIRA ZÊDE DIBIN   Li Şirnexê jî kampanya "Malbatên Xwişk û Biro" mezin dibe. Rêxistina HDP'ê heta niha 4 hezar malbatên pêdiviya wan heye tespît kirin. Di çarçoveya kampanayye de 356 hezar malbatên xwişk û bira avakir. Dîza alîkariya zexîre da Hezar û 525 malbatan. Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Şirnexê Sebahattin Denîz, diyar kir ku hem li navendê û hem jî li navçeyan komîsyon ava kirine û xebatên wan berdewam dike. Denîz bang li malbatan kir ku tev li kampanyayê bibin.