Bi 64 girtiyan re vîrûsa corona hat dîtin 2020-04-22 10:25:49 İZMÎR - Pişti li Girtigeha Buca di testa girtiyan de vîrûsa corona hat dîtin, di xebatên filyasyonê de hat dîtin ku li Girtigeha Bûca bi giştî di testa 64 girtiyan de vîrusa corona hatiye dîtin û 64 girtî bi şewbê ketine.    Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê aşkere ku li Girtîgeha Bûca 64 girti bi şewba vîrûsa corona ketine. Li Girtîgeha Bûca piştî di testa girtî H.A. ya di 13'ê Nîsane de hat kirin û hat dîtin ku bi vîrûsa corona ketiye, li girtîgehê xebata filyasyonê hat kirin. Dozgeriyê diyar kir ku di testa 64 girtiyên din ên bi H.A. re temas kirine vîrûs hatiye dîtin.