DFG: Rojnamegeriya Kurd Israra Heqîqetê ye 2020-04-22 10:51:04 AMED - Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Fiartê, bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd daxuyanî da û got: "Şopdarên heqîqetê carna di nav çar dîwaran de pênûsa xwe bi kar anîn,  carna jî bi berdêla canê xwe heqîqeqet ragihandin. Wêrektî, biryardarî û israra heqîqetê ya ku divê bêhtir mezin bûya bi saya wan navên dildarên çapemeniya azad watedare. Tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike."   Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Fiartê, bi minasebeta 22'ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku îro 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd e û wiha got: "Lêgerîna heqîqetê ya ku 122 sal berê hîmê wê ji hêla Mikdad Midhat Bedirxan ve bi rojnameya Kurdistan hat avêtin, pêl bi pêl mezin bû. Kovara Hawar gelek weşanên din ê serdema borî hatin çapkirin ji bo Kurdan bûne banga serkeftinê. Her çiqas ev serpêhatiya rojnamegeriya Kurd li sirgûnê be jî, ji bo ragihandina heqîqetê bûne sembol li cihanê."    'KURDISTAN DESTPÊKA HIŞYARBÛNA NETEWEYIYA kURD E'    DFG'ê anî ziman ku bêguman rojanamegerî li her erdnîgariyê wek pîşeyeke herî dijwar tê pênasekirin û wiha cih da daxuyaniyê: "Mirov dikare bêje ku îro li her deverên cîhanê yek ji pîşe û kesên ku herî zêde rastî pêkutiyan tên rojnamegerî û rojnamevanin. Bê gûman ger mijar rojnamegeriya Kurd be ev yek zêdetir derdikeve pêşberî mirov. Serboriya rojnamegeriya Kurd vê yekê baştir ji me re vedibêje. Rojnamegeriya Kurdî cara yekem di 22’yê Nîsana 1898’an de li Qahîreyê bi rojnameya Kurdistanê, bi tîpên Erebî derket ser dika dîrokê. Bi îfadeyeke din derketina rojnamegeriya Kurdî, destpêka qonaxa hişyarbûn û têkoşîna nasnameya netewî ya gelê Kurd e. Bi derketina rojnameyên Kurdî re bîr û bawerî, zanîn û çanda rewşenbîrî ya nûjen a li ser bingeha neteweyî destpê kir. Di pêvajoya 122 salan de rojnamegeriya Kurd di her kêliyên jiyana xwe de rastî zext û pêkutiyên cur be cur hat. Sedema vê ya herî bingehîn jî israsra ragihandina heqîqetê bû. Li hemberî dagirkeriya li ser nasname, çand û zimanê Kurd bêdengiya dev, çav û guhan bi têkoşîna rojnamegeriya Kurd perçe bû."    'LI DIJÎ BEROVAJÎKIRINÊ RASTÎ RONÎ KIR'    DFG'ê, bal kişand ser rola çapemeniya Kurd û wiha li daxuyaniyê zêde kir: "Di vê rêwitiya zehmet û dirêj de em dikarin behsa demên gelek girîng bikin. Piştî ku doza Kurdayetî li Rojhilata Navîn xûrt bû di warê çapameniyê de jî ji bo rojnamegeriya Kurd pêvajoyake nû destpêkir. Bi vê serdemê ve rojnamegeriya Kurd, li hemberî hewldanên berovajîkirina dîrok û rastiya gelê Kurd bi keda ku meşand di têkoşîna azadiya gelê Kurd de wek amûreke girîng roleke mezin lîst. Ji ber ku heya wan deman zilma ku li ser Kurdan dihat meşandin di qada navnetewî de an nedihat dîtin, an jî dihat berovajîkirin. Lê ev valahiya mezin êdî hêdî hêdî bi rojamageriya Kurd re dihat tijekirin."    'SALÊN 1990'Î BÛ PÊVAJOYEK NÛ'    DFG'ê bal kişand ser pêvajoya salên 1990'an û pîştî wê û rewşa rojnamegeriya Kurd û wiha pêde çû: "Em dikarin bêjin ku bi despêka salên 1990’î de ji bo rojnamegeriya Kurd pêvajoyeke nû destpêkir. Bi pêşengtiya Musa Anter û Gurbetelî Ersozsan bi rojname û kovarên ku hatin derxistin rojnamegeriya bi zimanê Kurdî û Tirkî pêl bi pêl geş bû. Ev yek jî bingeha kevneşopiya çapemeniya azad a ku wek ruhê rojnamgeriya Kurd tê dîtin ava kir. Rojnameya Ozgur Gundem a ku bi Tirkî çap dibû û rojnameya Azadiya Welat hîmê bingeha vê pêvajoyê bûn. Helbet di serkeftina rojnamegeriya Kurd de divê mirov şehîdê çapemeniyê bi rêzdarî bibîr bîne. Ji bo ragihandina heqîqetê bi dehan rojnamegerên Kurd canê xwe feda kirin. Apê Mûsa, Gûrbetellî Ersoz, Cengîz Altûn, Hüseyin Deniz, Hafiz Akdemîr û bi dehan rêhevalên wan ji bo çapemeniya azad bûne pêşengê rastiya rojnamegeriya Kurd.   'ROJNAMEGERIYA KURD SÎNOR DERBAS KIRIN'    DFG'ê' li ser pêşketin û belavbûna rojnamegeriya Kurd jî rawestiya û got: "Di sala 95’an rojnamegeriya Kurd bi pêngaveke nû dengê xwe ji sînoran derbaskir. Gelê cihanê û civaka Kurd di malên xwe de bi Televîzyona Med TV, ji rastiyan agâhdar dibû.Ev demên ku me binê wan xêz kirin, ji bo Rojnamegeriya Kurd serkeftinên dîrokî bûn. Li gel ewqas pêkutiyan 122 sal bê navber têkoşîn meşiya. Lê belê wekî her serkeftinan berdêla van serkeftinan jî çêbûn. Bi rêwitiya ku bi rojanameya Kurdistanê destpêkir de gelek berdêlên mezin hatin dayîn. Bi dehan kovar, rojname û radyo rastî girtin û qedexeya hatin."     DFG'ê herî dawî li ser têkoşîn û rêwitiya rojnamegerên Kurd jî rawastiya û wiha bi dawî kir: "Lê berdêl ne ev tenê bûn. Berdêlên herî mezin dildarên rojnamegeriya Kurd dan. Şopdarên heqîqetê carna di nav çar dîwaran de pênûsa xwe bi kar anîn,  carna jî bi berdêla canê xwe heqîqeqet ragihandin. Wêrektî, biryardarî û israra heqîqetê ya ku divê bêhtir mezin bûya bi saya wan navên dildarên çapemeniya azad watedare. Bi saya wan û şopînerên wan tu caran têkoşîna ragihandina heqîqetê bi dawî nebû û ew kelecana roja destpêkê îro jî berdewam dike.  Em carekedin 22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz dikin û ji bo hemû dildarên rastî û heqîqatê serkeftinê dixwazin."