Li Hênê kesek hat girtin 2020-04-22 11:36:02   AMED – Li gundê Kaledîbî ya navçeya Hêzê, di serdegirtina malekê de welatiyê binavê R.Y. hat binçavkirin û girtin.    Li gundê Kaledîbî ya navçeya Hênê ya Amedê, leşkeran bi ser malekê de girtin û welatiyê bi navê R.Y. binçav kirin. R.Y. piştî lêpirsîna li qereqolê  sewqî edliyê hat kirin. Dozger îfadeya R.Y. girt û bi daxwaza girtinê şand dadgehê. Dadgehê, bi îdiaya  “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Zirar dayîna malê çemawerî” R.Y. girt û şand girtîgehê.