TTB: 24 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan 2020-04-22 12:22:14 ENQERE - TTB’ê, diyar kir ku ji 1’ê Nîsanê ve 24 xebatkarên tenduristiyê ji ber vîrûsa koronayê  jiyana xwe ji dest dan û bang li hikumetê kir ku bergiriyan bigire.    Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), ragihand ku ji 1’ê Nîsanê ve 24 xebatkarên tenduristiyê ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe  ji dest dan, 3 hezar û 474 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin.      TTB’ê bang li hikumetê kir ku bergiriyan bigire û ev agahî da: “Navê bajarên ku herî zêde xebatkarên tenduristiyê bi vîrîsê ketin Stenbol, Enqere, Kirklarelî, Îzmîr û Edene ye. Li Stenbolê 960  bijîşk bi giştî 2 hezar û 5 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketine. Li gorî rêza van bajaran û Amedê 12 xebatkarên tenduristiyê, li Kirklarelî 11, li Antalyayê 11, li Bursayê 10 û li 9 Samsûnê jî 9 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsê ketin.”