Jina tundî lê hat kirin li pansiyonê dorpêçkirî ma 2020-04-22 14:11:41 KAYSERÎ – M.Y. ji ber koronayê cihek wê ku biçe nîne li pansiyonê ma û got: “Ez li Kayseriyê asê mam. Dixwazim biçim Amedê. Min serî li gelek saziyan da lê bêbersiv man.” Hevjînê M.Y. tundî lê kir û dev ji hev berdan. M.Y. 29 salî ye. Cihek wê ku biçe tune bû li Kayseriyê li pansiyonekê asê ma. Dixwaze biçe Amedê lê ji ber qedexeya derketina navbera bajarên mezin nikare biçe Amedê. M.Y. got pereyê wê nîne li pansiyonê bimîne û banga piştevaniyê kir.   DI 17 SALÎ DE TÊ ZEWICANDIN   M.Y. hêj 17 salî ye tê zewicandin û li Kayseriyê bicih dibin. Du zarokên wê hene yek 9 salî ye yek jî 5 salî ye. 12 sal zewicî dimîne û di nava vê demê de her tim tundî li M.Y. tê kirin. Doz li zilamê pê re zewicî ye vedike û 6 meh berê dest ji hev berdidin. M.Y. ji bo zarokên xwe bibîne li Kayseriyê dimîne û çi pereyê wê hebûye li ser mesrefên xwe yên pansiyonê daye. M.Y. dibêje karek ew bike nîne û pereyê wê ku bide cihê mayînê jî nîne.   LI KAYSERIYÊ ASÊ MAYE   M.Y. behsa serpêhatiya xwe kir û got ew li Kayseriyê asê maye û bêkar e û dixwaze vegere Amedê. M.Y. banga alîkarî ango piştevaniyê ji bo xwe kir û got pereyê wê nîne ku êdî ew li pansiyonê jî bimîne. M.Y. da zanîn ku wê serî li Walîtiya Kayseriyê daye lê tu encam ango bersiv wernegirtiye û got: “Ji ber koronayê kes alîkarî nake. Ez li vir asê mam. Hem li vir mame û hem jî zarokên min nîşanî min nadin. Tişta ku herî nebaş li dayikekê were kirin ev yek e. Ez gelek mexdûr im. Naxebitim. Cihek ku ez ê biçimê tune ye. Alîkariya min bikin.”   MA / Arjîn Dîlek Oncel