ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2020'AN 2020-04-23 09:00:21   * Li Êlihê zarokên ku di van şert û mercên coronayê de tên şixulandin, li kuçe û kolanan bermayiyan berhev dikin.    * Endama Komîteya Karên Derve ya Kampa Mexmûrê Neda Mûhemed Ahmed, diyar kir ku êrîşên TSK'ê yên li ser kampê û ambargoya li ser kampa ku 9 meh in didome girêdayî hev in û got: "Gava Tirkiye di siyasetê de dixitime êrîşî Kampa Mexmûrê dike."    * Yek ji birêvebirên kampanyaya îmzeyê ya ji bo girtina ocaxa keviran a li Parka Orenonu ya Dersimê Denîz Bîlgîn, xwest kes nebe şirîkê rûxandina xwezayê û got: "Şerm e, gune ye, zilm e, cinayet e."    * Hevşaredarê Qereyaziyê Bûrhanettîn Şahîn ku qeyûm tayinî şûna wî hat kirin, got: "Navçe di nav çopê de maye. Qeyûm, gel bi xetereya vîrûsê re rû bi rû hiştiye."    * Welatiyên ku bi salan li Herêma Kurdistana Federe pêşmergetî kirine, nerazîbûn bertekên xwe nîşanî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê dan û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî.    * Pira dîrokî ya Malabadê, çendî ku îsal ji ber şewba vîrûsa coronayê bêdengiyek xwe lê danîbe jî, lê belê bi xemla xwe û dîmena ku dide der mirov heyr û hejmekar dihêle.    * Kuçe û kolanên Wanê di nav maske û lepikên hatine bikaranîn de mane. Bijîşk Huseyîn Yavîç bal kişand ser bandora bermayiyan a li ser tenduristiya mirovan û Ekolojîst Alî Kalçik jî hişyar kir ku bermayî vegirine cidî yên vîrûsê ne   * Pispora Xebatên Zarok û Ciwanan Ceren Sûntekîn, di rojên coronayê de bal kişand ser eleqeya ji bo zarokan û got, fêmkirina hestên zarokan girîng e.    * Li hin sektorên zexîreyan ên li Stenbolê li gel qedexeye ku mirovên temenê wan 65 salî û jortir derkevin derve jî, mirovên 65 salî didin xebitandin. Serokê Giştî yê Gıda-Îş'ê Seyit Aslan, diyar kir ku fîrmayên zexîreyan bi darê zorê belgeya wekî ku bi riza xwe dixebite bi karkeran dide îmzekirin.