Nerazîbûnên pêşmergeyên berê yên ji bo ambargoya li ser Mexmûrê 2020-04-23 09:02:04   COLEMÊRG - Welatiyên ku bi salan li Herêma Kurdistana Federe pêşmergetî kirine, nerazîbûn bertekên xwe nîşanî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê dan û bal kişandin ser girîngiya yekîtiya neteweyî.    Li seranserê cîhanê xetereya vîrûsa coronayê (Covîd-19) belav dibe. Lê belê di serdemeke wiha de jî ambargoya li ser Kampa Mexmûrê hê jî didome û nehatiye rakirin. Ji ber vê nerazîbûn û bertekên li dijî vê yekê didomin. Pêşmegeyên berê jî bertek nîşanî vê yekê dan û bal kişandin ser girngîiya yekîtiya neteweyî. Suleyman Demîrê ji gundê Minyanîş ê Çela Colemêrgê, anî ziman ku nêzî 24 salan tevî Mele Mistefa Barzanî û kurê wî Mesûd Baraznî li gelek deverên herêmê pêşmergetî kiriye û ji bo gel têkoşiyaye.    Demîr pêşî bang li PDK û bi giştî jî bang partî û rêxistinên kurdan kir û got: "Neyên lîstika tu kesî. Nebin pêlîstoka siyaseta qirêj a li ser me tê kirin. Ji bo serketinê bên cem hev du û pev re bitêkoşin. Divê Mesûd Barzanî pêşî li ber birakujiyê bigre û ji bo parastina destkeftyên kurdan çi ehwce be bike. Hêviya me jê ew e ku bi destê kurdên her çar perçeyên Kurdistanê bigire û ji bo yekîtiyê gavina bavêje. Me, ev qas dayik sirf ji bo hin kes bibin xwediyê qoltixê ew qas zarkên xwe neda kuştin. Divê kes nebêje 'Ez ê li ser qoltixa xwe bim, kes ne di xema min de ye.' Gel, ev qoltix dane we. Rêvebirên krud divê baş zanibin gel ev meqam daye wan. Kes xw ebi xwe nikare bê van meqaman. Bila hay ji vê berpirsiyariya xwe hebin û îxanetê li eglê xwe nekin. Em wisa bi rihetî nehatin van rojan. Em naxwazin em cardin ber bi tarîtiyê ve biçin. Loma rica dikim ji her kesî bila bibin yek û bila peywira xwe ya pêşengtiyê bi cih bînin."    DIVÊTIYA BIRATIYÊ    Mûstafa Akişê ku tevî malbata Barzaniyan bi salan li dijî Rejîma Baasê têkoşiyaye, bang kir ku divê rojek berî rojekê pêşî li zilma li ser kurdan bê. Akiş, bal kişand ser xetereya vîrûsê jî û got: "Em baş dizanin ku gava mesele tê ser berjewendiyan cîhan hemû dijminê kurda ye. Qet nebe bila kurd dijminatiya hev nekin û bibin yek."    GAZÎ BARZANÎ KIR    Akiş, bertek nîşanî ambargoya li ser Mexmûrê da û bang li Mesûd Barzanî kir: "Li cîhanê belaya vîrûsê heye. Birayên me yên li wir ji ber vê ambargoyê bêtir mexdûr dibin. Em hemû krud in û em yek in. Du sal berê gava diya Birêz Barzanî jiyana xwe ji dest da em mezinên Colemêrgê ji bo sersaxiyê çûn cem wî û gotibû, êdî kurd ne kurdên berê ne û ez ê tu carî nehêlim ku kurd xwîna hev birjînin. Em vê gotina wî carek din tînin bîra wî. Bila cardin peywira xwe ya pêşengtiyî bi cih bîne û soza xwe bi cih bîne. Ancax gava kurd bibin yek wê xwîn bisekine. Di serî de Barzanî û bi giştî hemû pêşeng divê dubendiyê nexin nava kurdan û ji bo yekîtiyê çi hewce divê bikin. Ev peywira wan e. Pêşengtî bi vî awayî dibe. Divê kes cihêkariyê neke nebêje Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat. Em giş kurd in û em hemû bira ne. Me bi salan alîkariya hev du kir. Û divê niha rêvebirên heyî vê alîkariyê bikin ku em karibin hem ji vê belaya vîrûsê jî xelas bibin hem jî yekîtî çêbibe."    ‘NEYÊN VÊ LÎSTIKÊ'    Kahar Demîr ku bi salan pêşmergetî kiriye, anî ziman ku dinya li dijî vîrûsê têdikoşe, lê dîsa jî dijminatiya li hemberî kurdan didome. Her wiha Demîr, bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî jî û got: "Ev du meh in em hemû ketine malên xwe. Lê di vê rewşê de dîsa jî ên tên dîkekirin kurd in. Di rewşeke wiha de jî rêvebir ketine etra zêdekirina zilma xwe û zextên xwe. Divê em berbayî van lîstikan nekevin. Em jî gel in. Divê em bên cem hev ku cîhan me nas bike. Hege her yek ji me li perçeyekî bisekine, wê kes qîmetê nede me û wê tim û tim me bieciqînin."