Ji girtiyê qeyrana dil derbas kir xwestin ku bibe sîxur 2020-04-23 09:48:11   ÊLIH - Endamê Meclisa Şaredariyê ya Êlihê yê berê Abdulsemet Durak ku li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu qeyrana dil derbas kir, piştî rakirin revîrê destê wî kelepçe kirin û şandin nexweşxaneyê. Hat diyar kirin ku li revîrê ji Dûrak xwestine bibe sîxur.    Endamê Meclisa Şaredariyê ya Êlihê yê berê Abdulsemet Durak ku li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê girtî ye, di 18'ê Nîsanê de qeyrana dil derbas kir. Piştî ku Dûrak rakirin revîrê, rayedaran jê re gotiye "Derbasî aliyê me bibe, gtina me bike, em ê te di demek nêzîk de tahliye bikin." û ji Dûrak xwestine bibe sîxur. Piştî ji Dûrak xwestin bibe sîxur destê wî kelepçe kirin û bi kelepçeyê sewqî nexweşxaneyê kirin.   'BAVÊ MIN LI GIRTÎGEHÊ 3 CARAN QEYRANA DIL DERBAS KIR'    Kurê Durak Şukru Durak, diyar kir ku piştî bi telefonê bi bavê xwe re axiviyê, bavê wî serpêhatiyên xwe vegotiye. Durak, ani ziman ku bavê wî heta niha 3 caran qeyrana dil derbas kiriye û wiha got: "Beriya ku bavê min qeyrana dil derbas bike em nizanin rastî kijan mudaxaleyan hatiye. Bavê min rastî muameleya xerab hatiye. Ji ber vê yekê di bin zextên derûnî de ye. Dema bavê min radikin revîrê hin gardiyan û esker sîxuriyê li ser wî ferz dikin. Jirê dibêjin 'Derbasî aliyê me bibe, gtina me bike, em ê te di demek nêzîk de tahliye bikin.' û dixwazin bibe sîxûr. Bavê min jî dibêje 'Canekî min heye. Bila ew jî fedaî vî gelî be.' Bavê min nexweşê tansiyonê ye. Ji sedî 46 astengdar e. Bavê min tevî van tundî û gefan tu carî bê rûmetiyê qebûl nake. Ji ber bavê min sîxurî red kir destê wî kelepçe kirin û sewqî nexweşxaneyê kirin. Du damarê wî vekirin. Lê yek ma. Ji 3 damaran dudu jê bi anjiyo vekirin û stent xistin damaran. Bijîşkan gotiye divê damara sêyemîn bi emeliyata vekirî bê vekirin. Em dixwazin hemû girtiyên nexweş bêne berdan."   Durak, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê da. Durak anî ziman ku dê li serdozgeriyê jî serlêdana sûc bike.