Qirkirina 105 sal berê dîsa dubare dibe 2020-04-23 11:32:39   KOBANÊ – Hevserokê Herêma Firatê Lemîs Abdullah diyar kir ku malbata wê 105 sal berê di Qirkirina Ermeniyan de hatiye sirgûnkirin û got: “Qirkiinê li Sûriyê di dûribê DAIŞ’ê de dewam kir. DAIŞ têk çû Tirkiye ket dewrê û gelek ermenî dîsa ketin ser rêya sirgûnê.”   Di serdema Împaratoriya Osmanî hildeweşiya û cihê xwe ji Komara Tirkiyê re berdida li dijî gelê ermen di sala 1915’an de qirkirinek mezin pêk hat. Bi ser komkujiya ermeniyan re 105 sal derbas bû. Lê ne ew êş, ne ew sirgûn, ne ew komkujî û ne ew talangerî hatiye jibîrkirin û ermen li çar aliyê cîhanê belav bûn. Gelek welatan komkujiyê wek qirkirina ermenan qebûl kir. Ermen di bin navê “Qanûna Tehcîrê” de sirgûnî welatên wek Iraq, Lubnan, Sûriye û gelek deverên din hatin kirin. Ermenên sirgûnê Sûriyê hatibûn kirin hemû hemû li bajarên Girê Spî, Serêkaniyê, Qamişlo, Efrîn ên Rojavayê Kurdistanê û li Helebê bi cih bûne.   Malbata Lemîs Abdullah ku niha Hevseroka Herêma Firatê ya Rojava ye ji wan malbatên hatine sirgûnkirinê ye. Abdullah diyar kir ku malbata wê ji Rihayê koçî Girê Spî kiriye, qirkirin û êrişên li dijî ermenan hêj didomin û bi avakirina şoreşa Rojava re hêj dikaribûne xwe li herêmê biparêz in.   JI RIHAYÊ BER BI GIRÊ SPÎ VE   Abdullah anî ziman ku ew li Girê Spî tê dine û piştî demekê malbata wê li Reqa, Heleb û Lubnanê belav dibin û di vê pêvajoyê de bi kurdan re têkiliyêk nêz datînin. Abdullah got ew ji bo parastina xwe neçar bûne wek çanda ereban bijîn.   Abdullah da zanîn ku 8 kalên wê di şerê li dijî Osmaniyan de jiyana xwe ji dest dane û ew di wê serdemê de bûne endamên Partiya Taşnak a ji bo ermenan têdikoşiya.   ‘ME BÛNE PARÇEYEK RÊVEBERIYÊ’   Abdullah da zanîn ku ew parçeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û got: “Vê rêxistinê û pergalê ermeniyan jî hilda nav xwe. Tenê ne ermenî hemû bawerî, çand û gelên din cih digirin. Xwe bi reng, nasname û çanda netewa xwe birêve dibin. Ev şeklê jiyana me ava kiriye ye. Ev mînaka têkiliya siyasî û dîrokî ya gelê ermen û kurd e. Ermenî herî zêde minetdarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Ji ber ku ew gelek qala ermenan dike. Di parêznameyên xwe e gelek gelek behsa ermenan dike û ji ber vê yekê em deyndarê wî ne.”   ‘NAYÊ JIBÎRKIRIN’   Abdullah bi bîr xist ku Osmaniyan zilmek mezin û êrişên mezin bi ser gelê ermen de pêk aniye û got: “Di wê serdemê de ermen yek bi yek ji malê xwe dihatin derxistin û wan qetil dikirin. Gelek kesan jî dişandin sirgûnê. Dewlemendiya vê erdnîgariyê hemû wisa hat tunekirin. Dîrokek nayê ji bîrkirinê ye. Ji bo em xwe biparêzin yanî gelek ermen hatin pişaftin. Gelek ermenan nasname û serpêhatiya xwe veşartin. Malbata min jî yek ji wan malbatan bû. Gelek ji wan ji bo xwe biparêzin bûn Misilman. Lê belê me tu deme çand û dîroka xwe ji bîra nekir.”   ‘FERQA OSMANIYAN, DAIŞ Û TIRKIYÊ NÎNE’   Abdullah destnîşan kir ku polîtîkaya qirkirinê ya serdema Osmaniyan li Sûriyê jî berdewam kir û wiha got: “Van êrîşan li Sûriyê bi dûribê DAIŞ’ê dewam kir. Komkujî û hovîtiya DAIŞ’ê pêk anî berdewama qirkirina sed sal berê bû. Çawa Osmaniyan digot ‘kafir’ ermenan dikuştin, DAIŞ’ê jî bi heman polîtîkayê digot ‘kafir’ me dikuştin. DAIŞ têk çû. Lê niha jî Tirkiye ketiye dewrê û heman êrîşan pêk tîne. Niha Tirkiye dîsa êrişî axa em lê dijîn dike. Mînaka dawî jî Girê Spî û Serêkaniyê ye. Niha dîsa bi hezaran însanên me hatin sirgûnkirin. Gelek ermeniyên di serdema qirkirinê de li vir bicih bûbûn dîsa ketin rêya sirgûnê. Tu ferqa Osmaniyan, DAIŞ û Tirkiyê nîne.”   LI DIJÎ QIRKIRINÊ TÊDIKOŞIN   Abdullah anî ziman ku ew ê tu deme van komkujiyan ji bîr nekin û got: “Ez hemû cangoriyên di komkujiyan bi rêzdarî bibîr tînim. Ji bo ev komkujî pêk neyên hêj yên jiyana xwe ji dest didin û têdikoşîn hene. Heke ew tunebûna wê niha rewşa me ne wiha bûya. Ji bo qirkirin bi serê me de neyên em li ber xwe didin.”   MA / Nazim Daştan