Polîsan şahiya moral a hunermandan asteng kir 2020-04-23 16:06:30   MÊRDÎN - Polîsan li Qoserê şahiya muzîkê ya hunermenedên Koma Aram Jiyan ku xwestin ji bo moral bidin şeniyê taxê li ser banî  li dar bixin, asteng kir.    Koma Aram Jiyan, şevê din xwest li Taxa Kochîsar a Navçeya Qoserê ya Mêrdîn têkildarî vîrûsa corona ji bo moral bidin şêniyê taxê li ser banî şahiya muzîkê li dar bixin. Lê piştî koma muzîkê dest bi şahiyê kirin demek şûnde polîs bi maşîneyên zirxî hatin taxê û destûr nedan ku Koma Aram a Jiyan şahiyê bide şêniyên taxê. Polîsan piştî agahiyên nasnameyên endamê komê girtin ji malê veqetiyan. Polîsan sedema serdegirtina malê jî hinceta “îxbara dawetê çêdikin" ji mere hatiye." nîşan dan. Endamê Koma Muzîkê Jiyan Dursun, diyar kirin ku piştî nêzîkatiya polîsan neçar man ku navberê bidin şahiyê û wiha got: "Qeymeqamê Qoserê hişyarî şand. Berê jî Qeymeqamê Qoserê got “Şehîdên me hene heta 22'ê Nîsanê şahiya me heye. Divê şahî neyên li dar xistin" û xwestin em şahiya muzîkê çênekin. Li ser vê yekê heta demekê me şahiya muzîkê çênekir. Lê li aliyê din Koroya Muzîkê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn ku di destê qeyûm de ye, bi maşîna li nava bajar digere karê muzikê didomîne. Maşîna şaredaiyê roja Sêşemê (21 Nisan) li Kolanên Qoserê stran digotin. Ji şaredariyê re serbest e, lê ji mere qedexe ye. Wisa xuya dike ku naxwazin ji xeynî wan kesên din tiştekî bikin."