Bavê Resûl Ozdemîr ê radestî Tirkiyê hat kirin axivî 2020-04-23 16:19:54   NAVENDA NÛÇEYAN – Bavê Resûl Ozdemîr ê ku Swêdê wî radestî Tirkiyê kiriye Hasan Ozdemîr diyar kir ku îdiayên di çapemeniyê de cih digirin ji rastiyê dûr in û her kes kurê wî wek “Zîbo” nas dike lê vî navî wek “nasnav” hatiye lansekirin.   Resûl Ozdemîr di serdema qedexeya derketina derve de di navbera salên 2015-2016 li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ku hatibû sepandin birîndar bûye û ji bo bibe niştecihê siyasî ji Swêdê daxwaz kiriye. Hat gotin rayedarên Swêdê, Ozdemîr radesetî Tirkiyê kirine. Duh di çapemeniya tirk de radestkirina Ozdemîr wek “Rêveberê PKK’ê ji aliyê Swêdê ve radestî MÎT’ê hat kirin” hat belavkirin. Di gelek malperên nûçeyan ên nêzî hikumetê de hat îdiakirin ku Ozdemîr berpirsê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz (YDG-H) ê Cizîrê bûye û nasnavê wî “Zîbo” bûye.   Derbarê Ozdemîr de hin îdia hêncet hatin nîşandan û tê gotin 15 sal cezayê wî hatiye pejirandin heye. Radestkirina Ozdemîr bû sedema berteka sazî û rêxistinên li Swêdê.   AGAHÎ NEDANE MALBATÊ   Bavê Ozdemîr, Hasan Ozdemîr ê li Swêdê dijî têkildarî radestkirina kurê xwe axivî. Ozdemîr diyar kir ku serlêdana niştecihbûna fermî ya 3 sal in nehatiye pejirandin û lawê wî ji kanûna 2019’an ve li Girrîgeha Stockholmê girtî bûye. Ozdemîr anî ziman ku kurê wî sê roj berÂe lê geriyaye û gotiye dê ewî radestî Tirkiyê bikin. Ozdemîr diyar kir ku parêzerên wan ê li Swêdê ne mimkin e kurê wî radestî rayedarên Tirk bikin.   Ozdemîr da zanîn ku piştî re ji nûçeyên bihîstiye ku kurê wî radestî Tirkiyê hatiye kirin û ne rayedarên Swêdê û ne jî rayedarên Tirkiyê ji bo radestkirina kurê wî tu agahî nedane wan.   'HER KES WÎ WEK ZIBO NAS DIKE’   Ozdemîr destnîşan kir ku îdiayên derbarê kurê wî de ji rastiyê dûr in û wiha got: “Yên teslîm bûne navê wî dane. Şahidên navê wan nepen û eşkere di bin zext û zoriyê de navê kurê min dane. Çi gotibin jî ne rast e. Em di wê baweriyê de ne ku rayedarên SwêdAê ku serlêdana bicihbûnê ya kurê min qebûl nekirine û MÎT’a Tirk li hev kirine. Me berê jî derbarê rewşa kurê min de agahî dabû rêxistinên mafê mirovan, Neteweyên Yekbûyî û gelek sazî û dezgehên din. Tu nasnavê kurê min nîne. Ji biçûkatiyê ve her kes kurê min wek Zubeyt nas dike û jê re digotin Zibo.”