'Dev ji maskê berdinî nan jî bi dest me nakeve' 2020-04-24 09:02:50   ENQERE - Penaber Nadir Racî, her roj diçe navenda diyalîzê, lê belê du hefteye bi heman maskeyê diçe û tê. Malbata Racî, got: "Dev ji maskeyê berdin nan jî bi dest me nakeve."    Penaberên netomarkirî nikarin maskeyên ku dewlet belav dike bi dest bixin, lê belê penaberên tomarkirî jî li ser e-devletê ji bo maskeyê serî lê didin lê belê dîsa jî bu dest wan nakeve. Malbata Racî ku li navçeya Keçîoren a Enqereyê dijî, çendî ku nasnameya wan a demborî heye jî, nikarin sûdê ji alîkariyên tên dayîn û maskeyên tên belaavkirin bigirin.    Nadir Racî (51), 3 sal berê tevî malbata xwe ji bajarê Helebê berê xwe daye Tirkiyeyê. Nexweşîna gurçikan pê re ye, nexweşîna wî nexweşîneke kronîk e. Ji ber vê nexweşîna xwe Racî her roj diçe navenda diyalîzê. Lê belê du hefteya Racî bi heman maskeyê diçe navenda diyalîzê û tê. Racî, got: "Diviya min her roj maskeyek bi kar bianiyana. Li tu derê nayên firotin. Ditirsim, dema diçim nexweşxaneyê û têm bi şewbê bikevim û ji ber min malbata min jî pê bikeve."    ‘XWARIN BI DEST ME NAKEVE'    Racî, bal kişand ser rewşa xwe ya aborî jî û got: "Dev ji maskeyê berdin, ji ber ku betal im nan nan û xwarin jî bi dest me nakeve. Tenê em diçin ji marketên sûriyeyan bi deyn tiştan tînin. Meha Remezanê hat. Duh dîsa çûm min bi deyn hin tişt kirîn. Lê ji ber ku deynê me pir bûye dibe careke din nede me. Kurê min li Ûlûsê di dikaneke ku çenteyên jinan çêdikir de dişixulî. Lê ji ber şewbê niha betal e. Em 5 kes in. Kurê min ê biçûk ji ber kar dev ji dibistanê berda, lê niha ew jî betal e. Em mehê 500 lîre heqê kirê didin. Du meh in me heqê kirêya xwe nedaye. Wisa xuyaye di nêz de wê me ji xanî jî derxin."    9 MEH IN HEQÊ KIRÊYA XWE NEDANE    Bûka wî Dîlan Resûl (25) ku bi kurê wî Muhamed Racî re zewicandiye, tevî malbata xwe di xaniyekî bi kirê de ye. Resûl, anî ziman ku du meh berê nasnameyeke demborî girtiye. Resûl ku tevî malbata xwe ji Qamişloyê koç kiriye got: "Ji bo maske û alîkariyan tu der nema me serî lê neda. Lê tiştek bi dest me neket. 9 meh in me heqê kirê nedaye. Heger wiha dewam bike wê xwediyê xanî me ji xanî derxe. Êdî dikanên sûriyeyan jî bi deyyn nadin me. 2 zarokên min hene û niha ducanî me. Êdî em nikarin potikên zarokan, xwarina wan bikirin. Rewşa me qet nebaş e. Sarinca min jî hew dişixule."    NE JI CÎRANA BÛNA...   Resûl, diyar kir ku dewlet alîkariya wan nake, lê belê cînarên wan alîkariya wan dikin û got: "Gelek kesên wek me hene. Dibe em ne welatiyê vî welatî bin, lê em mirov in. Heke ne ji cînarên me bûna belkî em niha ne sax bûna jî."    Mûhamed Racî jî got: "Niha betal im. Ji ber şewbê kar bi dest min nakeve. Nikarim heqê kirê û fatûreyên xwe bidim. Ji bo maskeyê me serlêdan kir lê hê jî nedane me."   MA / Zemo Aggoz