Tûrgût: Polîtîkaya PDK'ê rûreşiyeke mezin e 2020-04-24 09:03:12   WAN - Nûrettîn Tûrgût ku li ser bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 2009'an de ji bo "çareseriyeke aşitî û demokratîk" ji Mexmûrê hat, ji bo êrîşên li ser Mexmûrê got, li dijî yekîtiya neteweyî û hebûna gelê kurd in. Tûrgût, got: "Kes nikare van êrîşan rewa bike û nîşan bide."    Nûrettîn Tûrgût ku di 19'ê Cotmeha 2009'an de li ser bangawaziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tevî 33 kesên ji Mexmûr û Qnedîlê ji bo "çareseriyeke aştî û demokratîk" hatibû Tirkiyeyê, êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li ser Kampa Mexmûrê û helwesta PDK'ê nirxand.    ‘HEEDEF PERGALA HATÎ AVAKIRIN E'    Tûrgût, anî ziman ku mirovên li Kampa Mexmûrê penaberên siyasî ne û got, a rast tişta hedef tê girtin pergala li kampê hatiye avakirin bi xwe ye. Tûrgût, bal kişand ser para PDK'ê ya di êrîşan de jî û got: "Divê ev yek bê dîtin. Ev mirov ji bo têkoşînekê çûne wira. Ji ber vê di nav xwe de pergalek ava kirine. Pergaleke rêxistinbûyînê ava kirine. Xw ebi xwe bi rê ve dibin. Çi di warê tenduristiyê, çi di warê perwerdehiyê û çi jî di warê parastinê de pergalek ava kirine. Divê ev bê dîtin. Her wiha dibê bi awayekî aşkere bê gotin, pergala ku niha li Rojava hatiye avakirin, hema bêje ev pergal e. Mexmûreke prototîp mînak tê girtin. Ev pergal jş pergala Birzê Ocalan bi xwe re. Loma hin kes ji bo vî gelî ji tevgera azadiyê dûr bixin, ketine nav hin hewldanan. Ev jî bi êrya PDK'ê tê birêvebirin. Gava em li axaftina Nêrçîrvan Barzanî ay çend roj berê mêze bikin, tê dîtin ku feraseta xwe çawa aşkere kiriye. Yanî daxuyaniya Barzanî ya ji bo bombekirina gelê li wir diyar e."    LI TIRKIYEYÊ AKP, LI KURDISTANA FEDERE PDK    Tûrgût, anî ziman ku li Mexmûrê jin, ciwan, zarok her kes di nav rêveberiyê de bi awayekî çalak cih digire û got: "Ji ber ku pergaleke rêxistinbûyî heye, tê xwestin bi êrîşan ev yek ji holê bê rakirin. Çawa ku li Bakur bi êrîşên li ser HDP, KCD û HDP'ê tê xwestin destekeftiyên hatine bidestxistin ji holê bên rakirin, niha li Başûr jî heman tişt bi rêya PDK'ê tê kirin. Ê ku ewilî bertek nîşanî referandûma Başûr de dewleta Tirkiyeyê bû. Li dijî gelê kurd kengî êrîş dest pê bikin ewilî AKP pêşengiya vê dike. Divê rêveberiya Başûrê Kurdistanê vê yekê bibîne. Gelê kurd bi bedêlên giran ev yek bi dest xistiye. Niha ne dema berjewendiyên malbatî ye. Wekî hincet jî kuştina qaşo dîplomatekî tirk nîşan didin. A rast ew kes elemanê MÎT'ê bû. Bi vê hincetê ambargo danîne ser Mexmûrê. Ê ku ev kiriye û hatiye zevftkirin jî ne Mexmûrî ye."    DIJMINATIYA KURDAN    Tûrgût, destnîşan kir ku êrîşa li ser Mexmûrê tê wateya êrîşa li ser yekîtiya neteweyî ya gelê kurd û hebûna gelê kurd û got: "Çawa ku êrîşên li ser Kobaniyê, Efrînê û Serêkaniyê ne rewa ne, êrîşa li ser Zînê Wertê, Qendîl û Mexmûrê jî ne rewa ye. Kes nikare van êrîşan rewa bike û rewa nîşan bide. Tu hêleke mafdar a van êrîşên Tirkiyeyê tuneye. Operasyonên Tirkiyeyê yên di nav sînroên wê de heya derekê mirov dikare fêm bike, lê belê êrîşên li Bakurê Kurdistanê pratîka dijminatiya wan a li dijî gelê kurd e."    ‘POLÎTÎKAYEKE RÛŞERŞIYÊ YE'    Tûrgût, anî ziman ku li mexmûrê nahêlin mirovên nexweş jî derkevin, alîkariya di warê derman û bijîşkan de pêk nayê û got, ê ku ambargoyê didomîne mamsoteyê PDK'ê AKP bi xwe ye. Tûrgût, got: "Bi tabetî jî alkariyên di warê zexîreyî de nayên qebûlkirin. Ê ku van qedexeyan û ambargoyê didomîne çendî ku PDK be jî, lê yê rê li ber dixe dewleta tirk e. Nêçîrvan Barzanî digot, Mexmûr perçeyek Kurdistanê ye. Madem wisa ye nexwe divê mafê van mirovan û ên li Silêmaniyê heman tişt be. Mixabin ev gotinên Nêçîrvan barzanî wekî gotinên wî yên din nakokiyî ne. Heger rabin ji dêvla gelê xwe baweriya xwe bi dijminê gelê xwe bînin, nexwe divê bi tu awayî navê Kurdistanê bilêv nekin. Partiya Demokrat a Kurdîstanê (PDK), demildest divê vê yekê li ber çavan bigire û dawî li birakujiyê bîne. Tu hêz vê yekê qebûl nake. Polîtîkaya PDK'ê rûreşiyeke mezin e."    MA / Cemîl Ûgûr