523 rojin doza mafê xwe dikin 2020-04-24 09:04:56     RIHA - 37 karkerên ku li îstasyona muayineya maşîneyan a Rihayê ya TUVTURK'ê kar dikirin, piştî ji kar hatin avêtin, 523 rojin ji bo mafê xwe bistînin li pêş îstasyonê li ber xwe didin.     37 karkerên ku li îstasyona muayineya maşîneyan a Rihayê ya TUVTURK’ê kar dikirin, ji ber bûn endamên Sendîkaya Nakliyat-Îş'ê ya girêdayî DîSK'ê ji kar hatibûn avêtin. 37 karker, piştî ji kar hatin avêtin, li pêş îstasyonê dest bi çalakiyê kirin. 37 karker ji bo mafê xwe bi dest bixin û dîsa li kar vegerin 523 rojin çalakiya xwe berdewam dikin. 37 karker li gel talûkeya vîrusa corona dîsa çalakiya xwe ya berxwedanê berdewam dikin û doza mafê xwe dikin.    Karker Îbrahim Çiftçî ku di 2018'an de ji kar hat dûrxistin, diyar kir ku ji bo dîsa li karê xwe vegerin di çalakiyê de ne. Çîftçî anî ziman ku ji ber endamên sendîkayê bûn û mafê xwe parastin ji kar hatin dûrxistin. Çiftçî, destnîşan kir ku ji ber rîska vîrûsê rojên dijwar derbas dikin û wiha got: "Lê tevi talûkeya vê şewba vîrûsê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."    Ji karkerên ku 11 salan xebitî û ji kar hat dûrxistin Murat Îlgen jî anî zimn ku piştî bûn endamê sendîkayê ji kar hatin dûrxistin û got: "32 karker ji xala 29’an ji kar hatin derxistin. Dixwazin hêza wan a li cihê kar bişkînin. Dixwazin em tu heqê xwe neparêzin."