‘Ji bo rojnamegerên girtî em binivîsin' 2020-04-24 09:07:02   STENBOL – Endamê Înîsiyatîfa Agahîya Te Heye ku ji bo rojnamegerên girtî kampanya nameyan dabû destpêkirin Tîmûr Soykan, bi van gotinan “Wan ji bo me û civakê rastiyan nivîsand. Em jî niha ji bo xwe li penûsê bipêçînin” vexwend piştevaniyê.   Weke li gelek welatan, li Tirkiyeyê jî her dem rojnamegerên ku di nav de hewldanên ragihandina rastiyan de ne, dibin hedefa desthilatê. Berê ev rewş bi bombebarankirina avahiyên rojnameyan û kuştina rojnamegeran xwe dida der, îro jî rojname-TV tên desteserkirin, rojnameger ji ber nûçeyen ku nivîsandine tên binçavkirin û girtin û êrîş li wan tên kirin an jî bê kar dimînin. Li gorî daneyên rapora meha adarê ya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), li Tirkiyeyê 103 rojnameger girtî ne. Ji ber vê hejmarê Tirkiye , di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cihanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînoran Nenas (RSF) de din av 184 welatan de rêza 154’emîn de cih girt.   7 ROJNAMEGER GIRTIN   Herî dawî jî Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelîk û Midurê Karên Nivîsan ê rojnameyê Aydin Keser, Gerînendeyê Giştî yê Weşana Oda TV Bariş Peylîvan Û Midurê Nûçeyan Bariş Terkoglû, Rojnameger Hulya Kilinç, Nivîskarê Rojnameya Yenî Çagê Mûrat Agirel û Nûçegîhanê Rûdawê Îsmaîl Yildiz (Rawîn Stêrk) hatin girtin. 6 rojnameger ji ber ku têkildarî leşkerekî ku li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabû, nûçe çêkiribûn û weşandibûn, bi hinceta “Îfşakirina belgename û xebatên îstixbaratê” hatibûn girtin. Rawîn Stêrk jî bi hinceta “propangandaya rêxistinê” hatibû girtin. Înîsiyatîfa Agahîya Te Heye ku ji bo balê bikişîne ser rojnamegerên girtî hatibû avakirin, beriya çend rojan ji bo her heft rojnamegeran girtî kampanya îmzeyan dabû destpêkirin. Ji endamê înîsiyatîfê Rojnameger Tîmûr Soykan, têkildarî pirsgirêka rojnamegeran û kampanya ku dane destpêkirin axivî,   NE BI TENÊ NE   Soykan, diyar kir ku her dem ji bo rojnamgeran zehmet derbas dibe û wiha got: “Ev zehmetî dikarin bi piştevaniyê bên derbaskirin. Ji berk u rojnameger rastiyan dinivisînin tên girtin. Rojnamegeran ji bo me û ji bo civakê rastiyan nivîsad. Em jî niha ji bo wan xwe li pênûsê bipêçînin. Ji bo ku em nîşan bidin ew bi tenê ne me ev kampamya da destpêkirin.   SÛCDAR LI DERVE NE ROJNAMEGER LI HUNDIR IN   Soykan, bal kişand ser sererastkirina înfazê ku li meclisê hat qebûlkirin û rojnameger tevlî nehatin kirin jî ev tişt got: “Bi sererastkirinê re ji kesên ku sûcên gelek giran kirine re rêya berdanê vebû. Lê rojnamegerên ku tu sûcekî wan tuneye girtina wan a li hundir bê berdewamkirin. Weke civak dizane kesên ku hevalên me avêtine girtîgehê jî baş dizanên ku hevalên me paqij in. Lê ji bo bêdengkirina rastiyan û bêdenkirina rojnamegerên ku rastiyan ji civakê re radigihînin vê rewşê didomînin.”   JI BO NAMEYAN DU RÊ   Soykan, da zanîn ku li gel ku rojên destpêkê ne jî eleqeya ji bo kampanya wan baş e û ji bo kesên ku xwestin name bişînin ev her du rê pêşniyar kir: “Reya yekemîn; weke berê ku li PTT’ê dihat şandin dikare bê şandin. Dibê ku hinek bibêjin dê bi rêya kaxiz vîrûs derbasî girtîgehan bibe. Lê vîrûs li ser kaxiz tenê rojekê dijî. Jixwe rêveberiyên girtîgehan jî nameyan rojek didine sekinandin. Rêya duyemîn; di demên dawîn malperên ku tu ji wan re name dinivisînî û ew jî nameya te digihînin PTT’ê hene. Gelek baş e, tên bikaranîn. Kesên ku dixwazin nameyên xwe ji van malperan re jî bişînin.”   MA / Mehmet Aslan