Cenazeyê Koçak ber bi Stenbolê vê derxistin rê 2020-04-24 11:23:35     ÎZMÎR - Cenazeyê Mûstafa Koçak ê bi daxwaza darizandinek adîlane ketibû rojiya mirinê û di roja 297’an de jiyana xwe ji dest da ji ATK’ê hat girtin û ber bi Stenbolê ve derxistin rê.   Cenazeyê Mûstafa Koçak ê bi daxwaza darizandinek adîlane li Girtigeha Tîpa T a Hejmara 1 a Kiriklarê ketibû rojiya mirinê û di roja 297’an de jiyana xwe ji dest da, piştî otopsiyê ji aliyê malbatê ve ji morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê hat girtin. Malbatê cenazeyê Koçak ber bi Stenbolê ve derxistin rê. Xwişka Koçak Mîne Koçak, got: “Me destûr girt. Em ber bi Stenbolê ve ketin rê.”