Gotinên dawîn ên Mustafa Koçak 2020-04-24 12:09:28       NAVENDA NÛÇEYAN – Mûstafa Koçak ku di roja 297’emîn a rojiya xwe ya mirinê de jiyana xwe ji dest da, duh bi rêya telefonê ji malbata xwe re ev tişt gotibû: “Dema min pir tuneye. Nikarin bêhn bigirim.”   Jİ ber îfadeyên şahidekî nepen cezayê muebeta giran li Mûstafa Koçak hatibû birîn. Koçak jî dijî vê bêhiqûqiyê bi daxwaza “darizandina adîlane” ketibû greva birçîbûnê û paşê greva xwe wergerandibû rojiya mirinê. Koçak, li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Kiriklarê, di roja 297’emîn a rojiya xwe ya mirinê de jiyana xwe ji dest da. Koçak, herî dawî duh bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû. Malbata Koçak dengê vê hevdîtinên qeyd kiribû. Di hevdîtinê de di navbera Koçak û malbata wî de ev diyalog derbas bûye: “… Mûstafa Koçak: Êdî rewşa min pir xedar e. * Çiye te heye? (Xwişka wî) M.K: Piyên min spî sor bûne. Hemû laşê min werimiye, zikê min wana tev werimîne. Du roj in êdî nikarim bêhn bigirim. * Keko ji kerema xwe hinek li ber xwe bide. M.K: Pir dema min tuneye. Nikarim bêhn bigirim. Êdî nikarim xwe bileqînim jî. * Temam ez ê demildest li parêzeran bigerim. Wê werin. Em her derî didine zorê lê ji kerema xwe re hinekî din jî li ber xwe bide. M.K: Êdî nikarim bêhn bigirim, xwe bileqînim. Dibe ku roja yekşemê nikaribim dernekevim telefonê jî. * Tu çawayî kurê min? (Bavê wî) M.K: Bavo ez gelek xedar im. * Bila ez bimirim. (Bavê wî) M.K: Ez êdî nikarim bêhn bigirim, zikê min wana werimandîne. Gelek êşên min hene. Ez nikarim xwe di nav nivînên xwe de biqelibînim. Ez jî nizanim çi dibe. Du roj in wiha me. * Ji daxwaznameyan agahî nehat? (Bavê wî) M.K: Na. * Mûstafayê min, Mûstafayê min... (Dayika wî) M.K: Dayê, ez bêhn nagirim. * Ez ê bi qurbana behna te bim kurê min, ez bi qurbana bêhna te bim…(Dayika wî) Em gelek ji te hez dikin. Mûstafa silavên kesên li Almanya derveyî welat ji te re hene. (Bavê wî) M.K: Bavo ez nikarim pir bêhn bigirim. * Temam tu neaxive, em ê biaxivin. Vana Xwedê nas nakin. Tirsa Xwedê bi vana re tuneye. Êdî bes e. Em ê xwe bişewitînin. Welehî ez ê xwe li ber girtîgehê bişewitînim. Ez ê herî dawî vê bikim. M.K: Na. * Tu dibêjî na lê tu tune dibî diçî. Li ber çavên me dihelî, em nabînin. (Bavê wî) Mûstafa ez ê bibim dest û piyê te, kurê min ez ê xwe bi qurbana te bikim (Dayika wî) Wê bêhnê em ê bidin te. (Bavê wî) M.K: Ez digirim. * Temam bigire em pir ji te hez dikin. “