'Sedsalek derbas bû, bila rojek din derbas nebe’ 2020-04-24 13:16:47   STENBOL – Înîsiyatîfa Nor Zartonk û Komeleya Çandê ya Arjantîn a Ermenan bi wesîleya salvegera komujiya ermenan bi qirkirinê hevrûbûn pêk were û ji ermenan lêborîn were xwestin.   Înîsiyatîfa Nor Zartonk û Komeleya Çandê ya Arjantîn a Ermenan bi wesîleya Roja Bîrnaîna Qirkirina Ermenan daxuyaniyek nivîskî belav kirin. Di metna daxuyaniyê ya bi sernavê “Sedsalek derbas bû, bila rojek din derbas nebe” hat belavkirin hat diyarkirin ku 105 sal berê li erdnîgariya Osmaniyan ermen bi sistematik û plangerî htin qetilkirin, ji welatên xwe hatin sirgûnkirin, mal û milkê wan hat desteserkirin, nirxê wan çandî hat tunekirin û yên li jiyanê mane jî vegera wan a welatê wan tê astengkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ew dixwazin bi qirkirinê re hevrûbûn pêk were û edalet were temînkirin û xwestin ji ermenan lêborîn were xwestin.