Turkdogan: Îqtîdara ku mafya berdan daxwaza ciwanekî pêk neanîn 2020-04-24 14:30:48   ENQERE - Hevserokê Giştî yê Şaxa ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ji ber daxwazên Mustafa Kocak ê 297 rojan di rojiya mirinê de ma nehat bersivandin, jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Îqtîdara mafya serbest berdan, daxwazên Mustafa Koçak pêk neanîn."      Mustafa Koçak, ji bo daxwaza darizandina bi edalet li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Kiriklarê dest bi rojiya mirinê kiribû. Kocak şevê din di roja 297’an de jiyana xwe ji dest da. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, diyar kir ku ji bo daxwazên Mustafa Kocak û Endamên koma Grup Yorum bi Wezareta Karên Hundir re hevdîtin kir, lê daxwazên wan li ber çavan nehat girtin.  Turkdogan, ani ziman ku ji bo bi Wezîrê Dadê re jî hevdîtin bike serlêdan kir, lê daxwaza hevdîtinê bê bersîv hat hiştin. Turkdogan, anî ziman ku rayedarên Wezareta Karen Hundir ji wî re gotin “Ger kesên ketine grevê dest ji grevê berdin dê daxwaza wan bê nirxandin û wiha got: “Çalakgerên grevê jî diyar kirin ku ger daxwazên wan pêk bê dê dest ji çalakiyê berdin. Çalakgeran baweriya xwe bi gotina rayedarên dewletê neanîn. Ji ber vê yekê dest  ji çalakiya xwe bernedan. Ji ber vê yekê xwest gava ewil dewlet bavêje."    VEGER ÇÊNEBÛ   Turkdogan, anî ziman ku piştî Endama Grup Yorum Helîn Bolek jiyana xwe ji dest da carek din serî li Wezareta Karen Hundir û Wezareta Dadê da û wiha got: "Lê hem Wezareta Dadê û hem jî Wezareta Karên Hundir bersîv nedan daxwaza min. Li min venegriyan. Mixabin bû sebeb ku Mustafa jiyana xwe ji dest bide. Tenê daxwazek Mustafa hebû. Ew jî darizandina bi edalet bû. Dixwest wi sewqî ATK'ê bikin. Ger ku ATK'ê rapor dabûya wî dê bihata berdan. Dixwest bê berdan û li gorî edaletê bê darizandin. Ger ku Mustafa sewqî ATK’ê kiribuna, dê ATK'ê biryar bida ku Mustafa bi tena serê xwe nikare bijî. Lê Wezareta Dadê ev yek nekir. Parêzerên wî serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind dan. Lê dîsa jî xwe ker kirin.    'MAFYA BERDAN LÊ MUSTAFA BERNEDAN'    Turkdogan, herî dawî anî ziman ku bi zagona înfazê kesên ji mafya dihatin girtin tev berdan û got: "Mixabin îqtîdarê kesên ji mafda girtî bûn, serbest berdan. Lê daxwaza darizandina bi edalet li ber çavan negirtin. Em dibêjin heyf û guhen e. Bi taybetî ez bang li kesên ji doza Ergenekonê 5-6 salan girtî man û hatin berdan dikim. Ji ber ku ew jî şirîkê vê îqtîdarê ne. Ew jî bi bêbextiyan hatin girtin. Heman tişt hat serê ciwanekî jî. Lê guhê xwe girtin û xwe ker û lal kirin. Heyf û guneh e. Eyb e."    MA / Berivan Altan