‘Bi heqîqet û edaletê re rû bi rû bibin' 2020-04-24 15:36:59   ÎZMÎR/EDENE - Şaxên ÎHD'ê yên Edene û Îzmirê têkildarî 105'emîn salvegera Komkujiya Ermeniyan daxuyanîda û banga “Ji bo heqîqet û edaletê bi komkujiya Ermeniyan re rû bi rû bibin."    Şaxên Komeleyên Mafên Mirovan ên Edene û Îzmirê bi minasebeta 105'emîn salvegera 24'ê Nîsanê Roja Komkujiya Ermeniyan daxuyanî dan. Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê daxuyaniya nivîskî dan û xwestin ji bo edalet û heqîqetê bi Komkujiya Ermeniyan re rû bi rû bibin. Şaxa ÎHD'ê jî bi heman armancê daxuyani da. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Parêzer Îlhan Ongor daxuyanî da û wiha got: "Em dipirsin û emê pirsînê berdewam bikin. Çi bi serê 1,5 milyon Ermeniyan de hat. Em bang dikin ku bi komkujiyê re rû bi rû bibin. Komkujî binpêkirina mafan e. Em hemû mirovên ji 1915'an heta niha hatin qetilkirin bibîr tînin. Em bang li dîroka  bîrdoziya  fermî, dîplomasî û siyasetê dikin ku bi rastiyan re rû bi rû bibin. Em dixwazin êşa winda û mexdûran telafî bikin."