Qedexeya ji bo firinan feqîran mexdûr kir 2020-04-24 16:05:49   AMED – Li Amedê ji ber qedexeyê li kuçe û meydanan bêdengî serdest e. Hêj welatî nikarin maskeyan peyda bikin. Her wiha Wezareta Karên Navxweyî siparîşên taybet ên firinan ku nan dipijînin jî qedexe kir û hem welatî û hem jî xwediyên firinan mexdûr dibin.   Qedexeya derketina derve ya ji bo parastina ji vîrûsa koronayê li 30 bajarên mezin û li Zonguldakê di roja duyemîn de didome. Li Amedê jî qedexeya derketina derve di roja duyemîn de berdewam dike û kuçe, kolan û meydanên li Amedê veguherîn bêdengiyê. Li ber hin market, dikan, firin, dermanxane û lokantayan hindik be jî qelebalixiyek heye. Polîs li cihên diyar ên bajêr cihê kontrolê danîne û nasname û belgeyên destûrê yên welatiyan kontrol dikin.   LI BER MARKETAN QELEBALIXÎ HEYE   Hin welatiyên li derve bi maske û lepik in. Balkêş e hin welatî jî bêmaske mane. Welatiyên bêmaske û bêlepik diyar dikin ku ji ber ew nikarin maskeyan peyda bikin neçarin bêmaske biçin market û firinê. Li gorî duh îro bêtir ber market û hundirê wan qelebalix e. Welatî bêmaske hilnadin markete û mesafeya fizikî pêk tê bi hejmarên hindik kesan berdidin hundir.   MASKE NAYÊN PEYDAKIRIN   Tevî ku daxuyaniyên maske li dermanxaneyan tên belavkirin tê dayîn jî lê welatiyên Amedê nikarin xwe bigihînin maskeyan. Ji ber vê yekê jî li ber dermanxaneyan qelebalixî heye.   ZAROK ACIZ DIBIN   Herî zêde qedexeya derketina dere bandorek neyînî li ser zarokan dike. Zarok li malê sebra wan nayê û derdikevin şaneşînên malê xwe û sebra xwe bi leyîstikên cuda tînin.   SIPARÎŞÊN TAYBET HATIN QEDEXEKIRIN   Li aliyê din di çarçoveya giştînameya Wezareta Karên Navxweyî de siparîşên taybet ên ji bo firinan hat qedexekirin. Têkildarî vê qedexeyê firin hatin agahdarkirin. Ji ber vê qedexeyê welatî êdî wek berê nikarin hevîrê xwe bikin û bibin firinan. Loma di vî warî de hem welatî û hem jî xwediyên firinan mexdûr dibin. Xwediyê firinekê diyar kir ku ji serê sibê ve belkî 15 kesan hevîrê xwe birine cem wan lê ji ber biryara qedexeyê nikaribûne nanê wan lê bixin. Welatiyan jî dan zanîn ku ji ber ew feqîr in vî rêbazî bikar tînin û bertek nîşanî biryara qedexeyê dan.