Cenazeyê Koçak gihîşt Mala Cemê ya Gaziyê 2020-04-24 17:00:51   STENBOL – Cenazeyê Mûstafa Koçak ku li girtîgehê di rojiya mirinê de jiyana xwe ji des dabû, ji Îzmîrê anîn Mala Cemê ya Gaziyê ya li Stenbolê. Derdora Mala Cemê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin.   Mûstafa Koçak ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Kiriklarê, bi daxwaza “darizandina adîlane” dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribû, duh di saetên şevê de di roja 297’emîn a çalakiya xwe jiyana xwe ji dest da. Malbata Koçak cenazeye kurê xwe ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Îzmîrê girti û anî Mala Cemê ya Gaziyê ya li Stenbolê. Bi anîna cenazeye Koçak re polisan mala cemê dorpêç kirin û zehmetî ji kesên ku dixwazin bikevin mala cemê re derdixin. Malbata Koçak sekna xwe ya li mala cemê didomîne. Tê payîn ku piştî merasîma ku li vir bê lidarxistin, cenazeye Koçak li navçeya Esenyûrtê ku malbata wî lê dijî li goristeneke bê veşartin.   PARÊZER: BANGÊN ME BERSIV NEGIRTIN   Parêzerê Koçak Ogûzhan Topalkara, ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku Koçak saet di 01.00’an de jiyana xwe ji dest daye lê girtîgehê saet di 03.00’an de agahî daye wan. Topalkara, diyaloga di navbera Koçak û malbata wî de bi bîr xist û da zanîn ku bangên wan ên lezgîn ên ji bo jiyandina Koçak bersiv negirtin e û wiha got: “Dixwest adîlane bê darizandin. Dixwest ku kesê di derbarê wî de îfadeyên derew daye û piştre vê yekê îtîraf kiriye, careke din bê guhdarkirin. Ji ber ku daxwazên Mûstafa yên asayî neanîn cih ew qetil kirin. Em jî şahidên vê qetilkirinê ne.”