135 kesên ji Iraqê anîn li wargeha xwendekaran bi cih kirin 2020-04-25 09:04:16   AMED - 135 kesên bi otobusan ji Iraqê anîn Amedê, ji bo 14 rojan di qerantînayê de bihêlin li wargehên xwendekaran bi cih kirin.    135 kesên ku bi otobusan ji Iraqê anîn Amedê ji bo wan 14 rojan di qerantînayê de bihêlin li wargehên xwendekarên zanîngehê bi cih kirin. Piştî 135 kes li sinorê xabûrê di kontrol û venêrtinê re derbas kirin, anîn amedê. 135 kes dê 14 rojan li Wargeha Xwendekarên xort a Halid Bin Velid bêne rawestandin. 135 kes ji bo rîska şewba Covît-19 dê li vir 14 rojan di bin çavdêriyê de bêne girtin.