Her kes li malê ye lê ew dîsa li derve ne 2020-04-25 10:31:23   STENBOL – Di nava qelebalixên rewşên asayî de însanên bêmal û bêwar winda dibin lê bi ragihandina qedexeyên derketina derve re li bajarên wek Stenbolê ev kesên bêmal û bêxwedî derdikevin pêş çavan.   Vîrûsa koronayê (Covid-19) dinyayê xistiye bin bandora xwe û bê ser û ber belav dibe û bandora xwe ya kujer nîşan dide. Li Tirkiyê jî her ku diçe însan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest didin û hejmara miriyan û kesên pê dikevin zêde dibe. Di çarçoveya tevdîrên têkoşîna li dijî koronayê de li 30 bajarên mezin û li Zonguldakê piştî ku du hefte rojên şemî û yekşemê vê carê 4 roj qedexeya derketina derve hat ragihandin û di roja sêyemîn de didome. Qedexe sibê bi şev saet li dozdehan dê were rakirin. Bi qedexeya derketina derve re kuçe, kolan û meydanên bajarên mezin bê qelebalixiya însanan man û veguherîn bêdengiyê. Ji bilî wezîfedarên li kuçe û kolanan kes li derve nîne, tenê mirovên bêmal, bêxwedî û bêcih li kuçe, kolan û meydanan tên xuyakirin û dikevin ber objektîfên kamera û wênegira me. Nûçegihanên me li kuçe, kolan û meydanên Stenbolê dîmenên însanên bêkes û bêmal kişandin û nêrîna wan welatiyan girtin û cih dan gazinên wan.   Wêne û dîmen: Erdogan Alayûmat - Mehmet Aslan