Nexweşê MS'ê nexweşê nivîna ye 2020-04-25 11:57:06 ENQERE  - Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bal kişand ser rewşa girtiyê li Girtîgeha Soke ya Aydinê Yusuf Ogmen ku bi nexweşiya MS ye û ji sedî 40 astangdar e. Înîsiyatifê diyar kir ku Ogmen nexweşê nivîna ye û nikare rabe.    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê.  Înîsiyatifê di hefteya 294'an de dîsa li avahiya ÎHD'ê kom bûn û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Înîsiyatifê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yusuf Ogmen ê li Girtîgeha Soke ya Aydinê ku bi nexweşiya MS ye û ji sedî 40 astangdar e. Înîsiyatifê diyar kir ku Ogmen nexweşê nivîna ye û nikare rabe.  Endamê Şaxa ÎHD'ê Avnî Kalkan daxuyanî xwend û wiha got: "Girtî Ogmen 5 salin bi nexweşiya MS  ye. Ji sedî 40 astengdar e. Nexweşiya wî li girtîgehê pir zêde bûye. Ji ber nayê dermankirin nikare tev bigere. Êdî kesî nasnake û nikare serê xwe ji ser doşekê rake. Bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe pêşwazî bike. Ji ber kesên alîkariya wî bike tune, nikare pêdiviyên xwe peşwazî bike. Divê bi lez Ogmen û hemû girtiyên nexweş serbest bêne berdan."