Qerantîna li du gundan bi dawî bû 2020-04-25 12:18:44 MÊRDÎN/QERS - Li Gundê Endewl a navçeya Dêrik a Mêrdînê û gundê Turkmeşen ê navçeya Dîgor a Qersê karantî rabû.   Pêkanîna karantînayê ya di 8’ê Nîsanê de li Gundê Endewl a navçeya Dêrik a Mêrdîn ji ber vîrûsa korona (Kovîd-19) hatibû destpêkrin, bi dawî bû. Hat diyar kirin ku karantînaya li goma Heramiyê ya girêdayî gundê Endewl heya demekê din wê dem bike.   3 KES JI NEXWEŞXANÊ HATIN DERXISTIN   Hat dest nîşan kirin ku 15 kesên li gundê Endewl û goma girêdayî wê Tepecik dijiyan ên ji ber şewba vîrûsa koronayê li nexweşxaneyên cuda xistibûn karantînayê, rewşa wan baş dibe. Hat diyar kirin ku welatiyên di beşa lezgîn de dihat girtin, ji beşa lezgîn hatine derxistin. Di heman demê, hat ragihandin ku 3 kesên ji malbata Nûrettîn (Newroz) ê di rojên derbasbûyî de jiyana xwe ji dest da jî, li nexweşxaneya Çinarê dibin karantînayê de dihat girtin, hatin taburcukirin.   LI 7 GUNDAN KARANTÎNA DEWAM DIKE   Karantînaya li gundên Tibyad a Qoserê, gundên Qesra Ehmed, Qurdîsê û Gundê Bernîşt ên Artûklû, Goma Heramiyê ya Dêrikê, Dêra Metîna ya Şemrexê û gundê Barman a Stewrê yên Mêrdînê dewam dikin.   LI QERSÊ JÎ KARANTINAYA GUNDEKÊ BI DAWÎ BÛ   Karantînaya li gundê Turkmeşen a navçeya Dîgor a Qersê jî bi dawî bû. Walîtiya Qersê, daxuyanî da û diyar kir ku karantînaya li gundê Turkmeşen hatiye kirin.   Li aliyê din, karantînaya li gundê Akyayla ya navçeya Qaqizman û gundê Gelînalan a navçeya Selîm dewam dikin.