ÎHD: Dibe ku sibe pir dereng bikeve 2020-04-25 14:35:04   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê, li ser mirina Mûstafa Koçak ê di roja 297’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da, bal kişand ser rewşa kesên din ên di rojiya mirinê de ne û hişyariya “dibe ku sibe pir dereng bikeve” kir.   Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê, derbarê Mûstafa Koçak ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Kiriklarê di roja 297’emîn a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎHD’ê, diyar kir ku darizandina adîlane mafê herî bingehîn ên mirovan û dest nîşan kir ku kesekê denge dayîk û bavê Koçak ne bihîstin.   Di dewama daxuyaniya ÎHD’ê de wiha hat gotin: “Berî ku ji bo endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek ê di rojiya mirinê deye derengtir bikeve divê gav bên avêtin. Em dibêjin ku bila nemire. Bija bijî. Ji ber ku daxwazê wî pir saf û paqijin. Hêlîn dixwest stranan bêje. Dixwest ku stranên wan bêdeng neyîn hiştin û guvenên wan neyin rawestandin. Lê dîsa jî kes nebû dengê wê. Ji wan re dibêjin ku yan hûnê dest ji stranên xwe berdin, an jî hûnê bimirin. Wan dest ji stranên xwe bernedan. Ji bo vê Hêlîn çû. Bila Îbrahîm nemire û stranên xwe bistrîne.”   ‘EM DESTÛRÊ NEDIN KU BIMIRIN’   ÎHD’ê bal kişand ser çalakiya rojiya mirinê ya parêzerên ÇHD’ê jî û wiha bang li raya giştî kir: “Parêzer ji bo edalet û darizandinek adîlane li girtîgehê di rojiya mirinê û greva birçîbûnê de ne. Tenê edaletê dixwazin. Ji darizandinek ne hiqûqî re dibêjin na. Em bibin dengê van hiqûqnasan. Divê em dengê dilî wan ên dibejin edalet bibîhîsin û destûrê nedin ku bimirin. Dibe ku sibe pir dereng bikeve!”