Ji bo girtiyên di bin gefa vîrûsa koronayê de bang kirin 2020-04-25 15:59:54   STENBOL – Endamên ÎHD’ê, di çalakiya Rûniştina F’ê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Adnan Yalçin ku 25 sal in girtî ye û daxwaz kirin ku hemû girtiyên di bin gefa vîrûsa koronayê de ne bên berdan.   Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya xwe ya Rûniştina F’ê ku ji bo bal kişandina ser rewşa girtiyên nexweş li dar dixin, çalakiya xwe ya 422’emîn a vê hefteyê li ser hesabê xwe yê medya civakî li dar xistin. Endamên komeleyê, di çalakiya xwe de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Adnan Yalçin ku 25 sal in girtî ye.   MALBAT BI FIKAR IN   Li ser navê endamên komîsyonê Hatîce Onaran daxuyanî da. Onaran, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê li girtîgehan mirinê dest pê kiriye û wiha got: “Li gel vê yekê jî bergirî kêm tên girtin û girtiyên nexweş nayên berdan. Ev terkkirina mirinê ya girtiyên nexweş e. Ji ber vîrûsê malbat bi fikar in. Sererastkirina înfazê ku li meclise hat qebûlkirin, ne li gorî şertê wekheviyê ye. Divê qanûneke bê cihêkarî bê amadekirin.”   NIKARE BIMEŞE   Piştî vê nirxandina xwe Onaran, çîroka girtiyê nexweş Adnan Yalçin ku 25 sal in girtî ye vegot û da zanîn ku girtiyê nexweş Adnan Yalçin ji sala 1996’an ve girtî ye û ji sala 2005’an ve nikare bimeşe. Onaran, destnîşan kir ku gelek nexweşiyên mîna dil, pençeşêr, tansiyon û zerêkê yên Yalçin hene û xwest ku Yalçin jî nav de hemû girtiyên nexweş bên berdan.