Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin bi kuştinê re rûbirû hatin hiştin 2020-04-25 16:14:46   WAN - TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Wanê derbarê qanûna înfaza de daxuyaniyek da û diyar kir ku jin bi êrîşkar û tecawizkaran re rûbirû hatin hiştin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê derbarê qanûna înfazê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de qala şîdeta li hemberî jinê hat kirin û hat diyar kirin ku tu carî li hemberî şîdet û kuştina jinê bêdeng nabin.   Di daxuyaniya de wiha hat gotin: "Di meha adarê de 29 jin hatin kuştin. Mirina 9 jinan jî bi guman e. Tenê li Wanê di nava 20 rojan de 2 jin bi şîdeta mêr re rûbirû ma. Di pêvajoya koronayê de jin ji neçariyê li malê ne û wekî her tim fedekariyeke mezin nîşan didin.   Di pêvajoya pandemî de şîdeta li hemberî jinê bêtir zêde bûn. Li Wanê sazî û dezgehên jinan ji hêla qeyûmê vê hatin girtin. Niha cihê ku jin serî lê bidin tune ye. Her wiha bi derketina qanûna înfazê re jî tirs û fikara me ya li hemberî kuştin û şîdeta li hemberî jinê bêtir zêde kir. Ji ber ku jin bi êrîşkar û tecawizkaran re rûbirû hatin hiştin. Bi destê AKP û MHP'ê qanûna înfazê hat erêkirin û li dervê jî ji bo jinan tu tedbîr jî nehatin girtin.   Li cîhanê hikûmetên dewlatan ji bo jinan tedbîr digirin û hewcedariyên welatiyên xwe pêk tînin, lê belê li Tirkiyeyê jî tabloyeke çewt heye. Kesên ku hikûmetê rexne bike jî bi kuştin û girtinê re tên tehdîtkirin."