Pergala EBA'yê û pergala perwerdehiya asayî 2020-04-26 09:01:14   STENBOL - Serokê Şaxa Jimare 1 a Egîtîm Sen a Stenbolê Mesût Mîke, ji bo Tora Înformatîkê ya Perwerdehiyê ku MEB'ê bi boneya şewba coronayê xistiye dewrê anî ziman ku wekî pêngaveke perwerdehiyî be tê nîşandan û got, ev pergal ne ew pergal e ku şûna perwerdehiya honakî bigire.    Piştî belavbûna şewba Covîd-19'yê li Tirkiyeyê yek ji tevdîrên hatin girtin jî ew bû ku bi awayekî demborî navberê bide perwerdehî û hînkariyê. Di vê çarçoveyê de ji dêvla perwerdehiya rûbirû, di ser Tora Înformatîkê ya Perwerdehiyê (EBA) de dest bi perwerdehiya ji dûr hat kirin û ji bo xwendekarên dibistana seretayî û navîn li ser EBA TV'yê dest bi weşanê hat kirin. Lê belê ji ber pirsgirêkên gihaniyê ev pergal bûye cihê nîqaşan.    Serokê Şaxa Jimare 1 a Egîtîm Sen a Stenbolê Mesût Mîke, anî ziman ku hê jî xwendekar nikarin xweşikî sûdê ji pergala EBA'yê bigirin.    Mîke, diyar kir ku Wezareta Perwerdehiyê ji bo xwendekar ji pêvajoya perwerdehiyê dûr nekevin û qut nebin pergala EBA TV'yê ava kiriye, lê belê wezaret wekî ku di warê perwerdehiyê de pêngavek perwerdehiyê daye destpêkirin tev digere. Mîke, anî ziman ku çapemenî jî vê bîrbiriya ku hatiye afirandin bêtir gur dike û got, ev pergal ne ew pergal e ku şûna perwerdehiya honakî bigire.    Mîke, got: "Di asasê xwe de pergala perwedehiya jii dûra, pergaleke perwerdehiyê ya temamker e. Lê belê ya ku niha pêk tê ne tiştekî wiha ye. Tenê em di ser platformekê de spartekan dişînin. Lê gelo zarok li van spartekan mêze dikin an na? Piranî jê mêze jî nakin. Diviya xwendekarên lîseyê hesastir bûna, lê belê ew jî bi hesas nêz nabin."    PÊKANÎNEKE ANTÎDEMOKRATÎK    Mîke, anî ziman ku gava pergala perwerdehiya ji dûra rast bê bikaranîn wê bi kêr bê û got: "Bikaranîna arst jî wiha ye; hûn ê perwerde bikin, hûn ê ji bo kêmasî ji holê bê rakirin pirsan ji xwendekarên xwe r ebişînin û pêwendiyê bi wan re deynin. Heger wisa be wê bi kêr bê. Em ê di pêş de fêdeya wê bibînin."    Her wiha Mîke ji bo qeydkirina dersan a li ser pergala EBA'yê jî got: "Em behsa girîngî û mahremiyeta polê dikin. Kes nikare têkeve polê û bi kamerayan raçav bike. Ev rêbazeke derî qanûnê ye, lê belê EBA vê yekê qeyd dike."    Mîke, anî ziman ku ji ber mamoste tên qeydkirin, di dersê de xwe wekî robot hîs dikin û got: "A rast ev pêkanîneke antîdemokratîk e û ne etîk e. Lê mixabin ev pêkanîn bi vî awayî tê kirin."