‘Destê xwe ji ser gorên me vekişînin' 2020-04-26 09:03:24   WAN - Li Wan û Navçeyên Wanê di rojên dawî de êrîşên li ser gor û goristanan zêde bûn. Malbatan bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin êrîşkar destê xwe ji gor û gorisbtanan vekişînin. Medeni Atsak, bertek nîşanî êrîşa li dijî êrîşa goran da û got: "Em dixwazin bi lez destê xwe ji gorên zarok û xizmên me vekişînin."    Li Wan û navçeyên Wanê esker û polîsan li gelek goristanan, wêneyên gorên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane kişandin û piştre çûn ji malbatan agahiyên der barê zarokên wan ên jiyana xwe ji dest dane de xwestin. Eskeran li taxan geriyan û kevirên goran endamên PKK'ê şikandin. Eskerên li taxek Navçeya Erdîşa Wanê wêneyê 2 goran kişandin, bi hinceta "Navê Kod" hatiye nivîsîn ewil bang li malbatan kirin û piştre li pêş çavê malbatan kevirê gorên zarokên wan şikandin. Eskeran bi hinceta kod an jî flemaya alê li ser heye kevirên gorê şikandin. Ev êrişa esker û polîsan a li dijî gor û goristanê di meha Rojiya Remezanê de jî berdewam dike. Dîsa kevirên goran dişikînin û bi hinceta nivîsa kurdî li ser kevirên goran hatiye nivîsîn keviran dişkînin. An jî bi hinceta kod navê kesên jiyana xwe ji dest dane bi kurdî ye keviran dişkînin.    'ESKER MALBATAN BÊZAR DIKIN'   Malbatan bertek nîşanî vê yekê dan û xwestin ev pêkanîn bi dawî bibe. Li taxa teqiz ê Navçeya Ebexê ya Wanê Medeni Atsak, bertek nîşanî vê helwesta eskeran da û xwest dawî li vê yekê bînin. Em naxwazin di vê meha remezanê ku mirov bi rojî bin dewlet ew qas me biêşîne. Di meha Remezanê de jî esker tax bi tax digerin û li ser gor û goristanan malbatan bêzar dikin. Di meha Remezanê de esker bi biryara rayedarên dewletê tên malbatan li ser gorên zarokên wan bêzar dikin. Malbatan xemgîn dikin. Her roj li taxan operasyonan li dar dixin û gorên kevirên zarokên wan dişkînin. Em bang li rayedarên partî û parazvanên mafên mirovan dikin. Em dixwazin êdî destûr nedin van êrîş û sepanan. Bila malbatan rehet berdin."    ŞIKANDINA KEVIRÊ GORAN BÛC E'    Atsak, da zanîn ku di tu olên cîhanê de dema mirovek jiyana xwe ji dest dide nayê acizkirin û wiha bi dawî kir: "Em naxwazin tu kes heqaret û neheqiyê li gor û goristanan bikin. Kî di ber gor û goristanan re derbas dibe dua dikin. Lê esker diçin gorên zarokên me dişkînin. Şikandina goran bê edaletî ye. Sûc e. Di tu olan de şikandina kevirê goran tune. tu olên cîhanê vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin bi lez dawî li vê yekê bînin. Kê ev biryar stendiye em dixwazin bi lez vê biryarê betal bikin. Em dixwazin destê xwe ji ser gorên zarokên me bikişînin. Hefteya borî li hemû taxên wanê geriyan û gor kontrol kirin. Pêkanîna li Wanê li gelek bajarên herêmê jî dixin meriyetê."