‘Demildest girtiyan serbest berdin' 2020-04-26 09:04:10   AMED - Endamê Lijneya Rêveberiya MED TUHAD-FED’ê Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku ji ber di girtîgehan de zêdeyî kapasiteyê girtî hene, eger vîrûs belav bibe dê pêşiya wê neyê girtin û xwest girtî demildest serbest bên berdan.   Vîrusa coronayê ya ku her roj bi hezaran mirov pê dimirin, li girtîgehan jî belav bû. Herî dawî li Girtîgeha Bûcayê 64 girtî bi vîrusê ketin. Ev rewş jî ji bo jiyanê xetere ye. Endamê Lijneya Rêveberiya Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) Parêzer Yûsûf Çakas têkildarî belavbûna vîrusê ya girtîgehan û qanûna înfazê nirxandin kir. Çakas, diyar kir ku şewb di asteke cidî de ye divê bi her awayî cidî bê girtin û wiha got: “Niha nêzî 3 milyon mirov bi şewbê ketine û nêzîkî 200 hezar mirov jî jiyana xwe ji dest dane. Me di roja ewil de got ji bo girtîgehan çiqas tedbîr bê girtin jî têrê nake. Tiştên ku li Girtîgehan Bûcayê pêk hatin îspatên vê yekê ne. Tê dîtin ku çiqas tedbîr bêne girtîn jî şewb bi şiklekê gihişt girtîgehan.”    ‘DIVÊ GIRTÎGEHAN VALA BIKIN'   Çakas, anî ziman ku nexweşî ketiye girtîgehan û wiha axivî: “Ji ber ku di girtîgehan de zêdeyî kapasîteyê girtî hene nikarin pêşiyê nexweşiyê bigirin. Mînaka herî şênber jî Girtîgeha Bûcayê ye. Ji niha û şûnde tişta esas bê girtin parastina mafê jiyanê ye. An divê demildest girtiyan berdin, an jî divê tedbîrên mezin ên tenduristiyê bigirin. Şewba ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ji bo tedawî û aşiyê nikare wext bide ku dê kengî derman bibîne û bi dawî bibe, divê daxwazên civakî yên giştî esas bêne girtin û girtîgehan vala bikin."    ‘TEDAWIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ BANDORÊ LI TENDURISTIYA WAN DIKE’   Çakas, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha berdewam kir: “Rojeva herî girîng niha rewşa girityên nexweşin. Ji ber şewba heyî girtiyên nebirina girtiyên nexweş a nexweşxaneyan rîskeke mezin derdixe holê. Pêknehatina tedawiyên girtiyên nexweş bandorê li tenduristiya wan dike. Pêşniyara me destpêkê serbest berdana girtiyên nexweş e. Ev yek pêk neyê jî divê li girtîgehan alternatîfa xizmeta tenduristiyê demildest werin temînkirin. Heke bi vî şikli berdewam bike rewşa girtiyên nexweş ên giran dê girantir bibe û pêşiya nexweşiyên girantir nikare were girtin.”   'GELEK PIRSGIRÊK HENE'    Çakas, bilêv kir ku di hevdîtinên telefonan de divê dest ji lêgerînên hûrgilî were berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji xwe girtiyên di qawişên xwe de û temasa wan a derve hatî birîn, bi legerînên hûrgilî birina wan ya hevdîtinên telefonê ji derveyî temasa civakî ye. Dîsa agahiyên ku me girtî malbatên girtiyan ji ber şewba vîrusa coronayê nikarin bixebitin ji ber wê yekê li girtîgehan pirsgirêkên aborî tên jiyandin. Di vê pêvajoyê de divê hem malzemeyên paqijiyê û hem jî xwarinên ku ji şewbê diparêzin bê pere were dayîn. Dîsa li hin girtîgehan malzemeyên paqijiyê ji fiyatên berê gelek zêdetir bûne. Pirsgirêkên kalîteya xwarinê, hewadarkirin, pirsgirêkên ava gerim tên jiyîn. Divê wek  pêşniyara Lijneya Zanîstê kalîteya xwarînan were zêdekirin. Pirsgirêka ava gerim jî divê bi lezgînî were çareser kirin. Hin jiyîna gelek pirsgirêkên weke van berdewam dike.”   ‘ÇARESERÎ QANÛNA ÎNFAZÊ YA WEKHEV E’   Çakas, dest nîşan kir ku ji bo girtîgehan tedbîra nexweşiya şewba vîrusa coronayê ya herî mezin  qanûna înfazê ya adil û wekhev e û wiha lê zêde kir: “Bi tedbîrên hatî girtin re jî şewb li girtîgeha hat dîtin, saziyên fermî ev daxuyand. Lê raya giştî jî baş dizane ku qanûna înfazê bi awayekî gelek teng hat derxistin. Di vê pêvajoyê de peywîra bingehîn ya Dadgeha Makeqanûnê (AYM) ye. Ji ber ku parastina makeqanûnê ji maf û azadiyên kesayetî re parastina pergala hiqûqê ye jî. Peywîra herî girîng ya AYM sînorên ku makêqanûnê danî kontrol bike ye. Di xala 10’emîn ya makeqanûnê de dibê ‘herkes bê cudatî, ji sedemên ziman, netew, zayendî, renk, ramanên siyasî, baweriya felsefî, ol, mezheb û hwd. di pêş qanûnan de wekhev e. Ji tu kes, malbat, zumre û polê re imtiyaz nayê dayîn.’ Rêgeza wekheviyê ya ku di xalê de cih digire ji bo kesên ku rewşa wan a hiqûqî wekhev e. Wê demê qanûna bi rojeva covîd-19 hatî derxistin bi awayekî vekirî diyare ku kesên di girtîgehê de wekhev bandorê jê bigirin. Sûd wergirtina kismekî ya ji vê qanûnê ji derveyî rêgeza wekhev a makeqanûnê ye.” Çakas, xwest ku vesazkirina qanûna înfazê ya AYM’ê ku wergirê dest bibe rojeva bingehîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke AYM vesazkirina qanûna înfazê pêk neîne jî divê girtiyên nexweş, ên temen dirêj û ên bi zarok demildest serbest werin berdan.”   MA / Fahrettîn Kiliç-Ayşe Surme