Togrul: Guhertina Demografiyê sûcê mirovahiyê ye 2020-04-26 09:07:47   DÎLOK - Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, diyar kir ku AKP mirovan ji herêma Cerablus dibe li Girê Spî bi cih dike û bi vê yekê dixwaze demografiya herêmê xera bike. Togrul, destnîşan kir ku hewldana guhertina demokrafiyê sûcê mirovahiyê ye û xwest dest ji vê helwestê berdin.    TSK'ê di 9'ê Cotmeha 2019'an  de li dijî bajarêm Girê Spî û Serêkaniyê şerê bi tang, top, balafir û deh hezaran esker dabû destpêkirkin. TSK û artêşa girêdayî TSK'ê Artêşa Nijjadî ya Sûriyeyê (SMO) li herêmê bi cih bûbûn. Piştî TSK'ê bi hevkariya OSO li dijî Serêkaniyê û Girê Spî şer kirin; bi deh hezaran welatî ji ber şerê bejayî û hewayî neçar man ku axa xwe, mal û milkên xwe, gund û bajarên xwe terk bikin. Niha jî TSK rojên bo borî bi karwana ji 151 maşîneyan pêk dihat malbatên endamên OSO ji Cerablûsê birin Girê Sipî bi cih kirin. Tirkiye piştî bi tang, top û balafiran Girê Spî vala kir niha malbatên endamên SMO û komên girêdtayî OSO yên bi pere li wir bi cih dike. Waliyê Dîlokê jî daxuyaniyek balkêş da û îdîa kir ku "Kesên di karwanê de ew kesên ku ji cih û warên xwe koçber bûbûn û li Cerablusê bi cih bûbûn e'    Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmut Togrul, diyar kir ku AKP mirovan ji herêma Cerablus dibe li Girê Spî bi cih dike û bi vê yekê dixwaze demografiya herêmê xera bike. Togrul, destnîşan kir ku hewldana guhertina demokrafiyê sûcê mirovahiyê ye û xwest dest ji vê helwestê berdin. Togrul anî ziman ku ji berê de ji Dîlokê û derdorên din mirovan dibin li wir bi cih dikin. Bi taybetî ji Dîlokê bê navber mirovan dibin Serêkaniyê û Girê Spî bi cih dikin. Di demên dawî de piştî karwana mirov dibirin Girê Spî di çapemeniyê de hat dîtin ev yek deşîfre bû. Piştî dîmen hatin dîtin Waliyê Dîlokê neçar ma ku daxuyaniyê bide. Walî bi xwe got ku 137 manîne û 14 otobus di ser Karkamişê re derbasî deriyê Akçakale û Girê Spî bûye. Walî bi xwe ev yek îtîraf kir."     PIŞTÎ ŞEWBÊ EV PLAN XIST MERIYETÊ    Parlamenterê HDP’ê Togrul, anî ziman ku piştî şewb belav bû Tirkiye ev plana li herêmê xist meriyetê û wiha bi dawî kir: "Tirkiye dixwaze demografiya herêmê biguherîne. Serokomar Tayyip Erdogan di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de nexşe nîşan da. Di serdema Hafız Esat de kemera Ereban hatibû avakirin. Niha jî bi destê Erdogan kemerek din tê avakirin. Bi vê yekê dixwaze demografiyê xera bike. Me minaka vê hewldana  Tirkiye ku demografiyê diguherîne li Efrînê dît. Di vê pêvajoya ku bala hemû cîhanê li ser vîrûsa corona ye de ev plan xist meriyetê. Nifûsa ereban li erdnîgariya Kurdan bi cih dike. Bi vê yekê erdnîgariya Kurdan diguherîne. Ev sûcê mirovahiyê ye.  Bi navê “Barış Pınarı Harekati" axa Serêkaniye û Girê Spî dagir kirin. Mirovên wir ji cih û warên wan koç kirin. Niha li şûna kurdan ereban bi cih dikin. Dest datînin ser ax, mal û milkên Kurdan. Aşkere mal û milkên Kurdan li wir talan dikin. Divê her kes zanibe ku ev sûcê mirovahiyê ye."