Grup Yorum bertek nîşanî nûçeyên derew dan 2020-04-26 13:08:04   STENBOL - Endamên Gurup Yorum ji ber der barê wan de nûçeyên derew û nûçeyên ku ew kirin hedef hatin weşandin bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Dema em van nûçeyan dixwînin em carek din dizanin ku em di rêya rast de ne. Berxwedan dê bibe çeka herî bi hêz. Kesên mafdar dikarin li ber xwe bidin."   Piştî çend weşanên çapemeniyê yên alîgirê Hikûmetê Grup Yorum reş kirin û der barê wan de nûçeyên şaş weşandin. Li ser vê yekê Endamên Grup Yorum li ser hesabê medya civakî daxuyanî dan û bertek nîşanî wan dan. Endamê Grup Yorum Îbrahim Gokçek ê 314 rojin di grevê de ye daxuyanî da. Gokçek ewil dost û guhdarên Grup Yorum silav kir û got: “Ji bo xwe mafdar derxin serî li hemû cureyên derewan didin. Em di rêya vê dozê de têkoşîna xwe berdewam dikin. Em ê bidomînin jî. Ez hezkirina xwe ji her kesî re dişînim. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û bi ser bikevin. Li dijî faşîzmê dê serkeftin ya me be. Em ê bi ser bikevin ji ber ku em mafdar in."    'MEDYA ÎQTÎDARÊ KARÊ NE REWA DIKIN'     Endama Grup Yorum Bahar Kurt jî anî ziman ku medya îqtidarê ji bo ser rastiyan veşêre û mafê me perde bike bi her ahawayî êrîş dike û got: “Hewldanên wan ne rewa ye. Hunermendek û zarokekî gel ê edalet dixwest qetil kirin. Dixwazin vê qetlîamê veşêrin. Dixwazin bandora berxwedanê bişkînin. Dema em van nûçeyan dixwînin em carek din dizanin ku em di rêya rast de ne. Berxwedan dê bibe çeka herî bi hêz. Kesên mafdar dikarin li ber xwe bidin."