Li Nisêbînê Hasan Tan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da 2020-04-26 15:27:33   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Hasan Tan (Hesenê Cello) ku ji aliyê gel ve tê nasîn ji ber vîrûsa corona jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Hasan Tan ku di nava gel de wekî Hesenê Cello tê nasîn û hezkirin piştî 25 rojan li dijî vîrûsa corona li ber xwe da, jiyana xwe ji dest da. Hasan Tan (Hesenê Cello) ji ber şewba Çovid-19 dihat dermankirin. Hasan Tan (Hesen Cello) piştî jiyana xwe ji dest da ji aliyê yekîneyen taybet ên bi cilên taybet li Goristana Hecace ya Taxa Kixlayê hat defin kirin. Malbata Tan neçar man ku cenazeyê Hasan Tan ji dûrve temaşe bikin.  Li Navçeya Nisêbînê heta niha herî kêm 5 kesan bi şewba Covît-19 jiyana xwe ji dest dan. Li tevahiya Mêrdînê jî heta niha herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.