Desteya Kar û Barên civakî: Alîkariya malbatan bikin 2020-04-26 15:54:18 KOBANÊ - Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê bang li xwediyên derfetan ên li herêmê, Kurdên li derveyî welêt, rêxistinên herêmê û biyanî kir ku li gel rewşa qedexeya derketina derve piştgiriya malbatên hewcedar bikin. Li herêma Firatê ji ber rawestandina kar, rewşa qedexeya derketina derve, gelek welatiyên herêmê di nava zor û zehmetiyan de dijîn.  Di hefteya borî de, Desteya Kar û Barên Civakî hezar û 700 pakêtên xwarinê li malbatên hewcedar li bajarê Kobanê û navçeyên girêdayî wê belav kir. Rêveberiya desteyê diyar kir ku ji ber derfetên heyî kêm in, nikarin pakêtên madeyên xwarinê li beşeke mezin a malbatên herêmê yên xizan belav bikin. Têkildarî mijarê Desteyê Kar û Barên Civakî daxuyanî dan. Hevserokên Desteyê Hêlîn Hacim û Silêman Kiêşîş daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê xwend. Hevserokan wiha gotin:  "Ji ber êrişa dewleta Tirk a li ser bajarên Girê Spî û Serêkaniyê ku bû sedema koçberkirina bi hezaran şêniyên wan herêman û bilindbûna hejmara malbatên xizan, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di aliyê aborî de lawazbûneke mezin heye. Wek tedbîreke pêşîlêgirtina belavbûna Koronavîrusê li herêmê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve û karantîna hat ferzkirin. Lê belê vê rewşê bi xwe re bandorên aborî, civakî û derûnî yên neyînî anîn, ji ber ku karê bi hezaran xebatkaran hat rawestandin."    ÎNÎSIYATÎFA CIVAKA KOMÎNAL AVA KIRIN    Lewra, em wek Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê li gel vê rewşa aboriyê ya zehmet ji bo piştgiriya gelê herêm û koçberên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, em dest bi hemleyeke alîkariyê ya bi navê "însiyatîfeke civakî ya komînal" ji bo komkirina alîkariyan ji bo xizan û kesên hewcedar dikin ku hemû beşên civakê tê de cihê xwe bigirin. Her wiha em ê sandoqa piştevaniya civakî aktîf bikin. Em bang li gelê xwe yê li welêt û derveyî welêt dikin ku xwediyên derfetan, xêrxwaz û rêxistinên herêmî û biyanî dikin ku piştgirî û alîkariyê bidin vê însiyatîfê."