Hejmara miriyên vîrûsê derket 2 hezar û 805 kesan 2020-04-26 21:01:25   NAVENDA NÛÇEYAN –  Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 99 kesan jiyana xwe ji dest da û hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 2 hezar û 805 kesan. Hejmara weqayan jî derket 110 hezar kesan. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên dawîn ên vîrûsa koronayê li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir. Li gorî parvekirina Koca, di 24 saetên dawîn de 99 kes bi vîrûsê jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 357 kes jî bi vîrûsê ketine. Bi vê yekê hejmara miriyên vîrûsa koronayê derket 2 hezar û 805 kesan û hejmara weqayên vîrûsê jî derket 110 hezar û 130 kesî.