ROJEVA 27'Ê NÎSANA 2020'AN 2020-04-27 09:00:39 * Îskandar Reşîd Bradostî yê ji Eşîreta Bradostan, pêşketinên li Zînê Wertê weke “Pêngava dagirkirina Kurdistanê” nirxand û got: “Divê kurd di çarçoveya yekitiya neteweyî de piştgiriyê bidin hev û destûrê nedin şerê ‘birakujiyê’ ya ku dijmin dixwaze.”   * Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen diyar kir ku îro dest bi xebatên hindekariya ziman a li ser onlinê dikin û got: “Kerem bikin werin em bi hev re fêrî zimanê xwe ango hebûna xwe bibin.”   * Bendava Ilisû ya ku Heskîfa dîrokî bin av kir, bi bilandbûna avê re weke ku veguhere behra zibalê.   * Karkerên ku ji karên xwe hatine derxistin û ji bo vegera karê xwe têdikoşin, têkildarî 1’ê Gulanê ku ji ber vîrûsa koronayê dê îsal li kargeh û malan bê pîrozkirin, ev pêşniyar kirin: “Ketina malan ne rast e. Bi pêkanîna parastina mesafeya fizîkî jî pîrozbahî dikarin bên kirin. Herkes dikare li şaneşîna xwe pankarta xwe daleqîne û sîrûdên xwe bixwînin.”   * Ji Sekreteriya KÎD’ê Fahrî Dogan, êrîşên li dijî goristanan û berdewamkirina polîtîkayên şer ên di Meha Remezanê de nirxand û ev bertek nîşan da: “Di îslamê de hiqûqa mirî û hiqûqa mizgeftê, quranê û pêxamber tev ketiye bin piya.”   * Dîroknas Namik Kemal Dînç, guhertina demografiyayê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke rojanekirina polîtîkaya kembera erebî şîrove kir û got ku yekitiya neteweyî ya navbera kurdan dikare ev polîtîka bê berterafkirin.    * Aborînas Hayrî Kozanoglû, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê biçûkbûneke micid a aborî û xîzanî li pêşiya Tirkiyeyê ye û qala bergiriyên ku ji bo welatî bi xesara herî biçûk ji pêvajoyê derkevin kir.    * Parêzerê doza Komkujiya Somayê Seçîl Ege Degerlî, diyar kir ku bi sererastkirina înfazê cezayê bersûcên komkujiyê bê kêmkirin û dê zû bên berdan.    * Rengê xwezaya biharê bi kulîlkên sor xemilîne û ser rûyê erdê adeta veguheriye kirasek sor. Dîmenên van kulîlkên biharê mirovan kêfxweş û dilgeş dikin.