Bendava ku dîrok tune kir veguherî behra zibalê 2020-04-27 09:07:43 ÊLIH - Bendava Ilisû ya ku Heskîfa dîrokî bin av kir, bi bilandbûna avê re weke ku veguhere behra zibalê. Her ku ava Bendava Ilisû bilind dibe, vediguhere behra zibalê. Asta avê ya Bendava Ilisû ya ku mêrgên Botan, Garzan, Keser, Başûr û Geliyê Dîcle veguherandiye golê, bi hatina biharê, helîna berfê û taviya baranê re bilindtir bû. Bi bilindbûna avê re Heskîfa dîrokî ya 12 hezar salî dibin Bendava Ilisû de ma û veguherî zibalê. Her ku diçe zibaleya li ser avê kom bûye, zêdetir dibe û ji bo paqijkirina zibalê tu xebat nayin kirin.    Li nêzî gundê Suçeken ê Êlihê, zibaleya li nêzî pira daleqandî ya kevin a dibin avê de mayî kom bûye, rê li ber texrîbatên xwezayê vedike û bêhnek nexweş li derdorê belav dike. Ji derveyî gundê Suçeken, li gelek cihên Geliyê Dîcle jî zibale kom bûne. Ji ber zibaleya kom bûyî masî bi bandor dibin û bi talûkeyek mezin re rû bi rû ne. Dîsa bi bilindbûna avê re gelek heywanên kovî dibin avê de man.    JIYANA ZÎNDEWERAN TEHDÎT DIKE    Endamê Koordînasyona Heskîfê Derhêner Alî Ergul, derbarê rewşa heyî de nirxandin kir û wiha  got: “Rewşa ku niha tê jiyîn me berê jî gelek caran anîbû ziman. Ev rewş ji hilweşandinê xirabtire. Gola bendavê zindeweran tune dike. Ji bo vê tu bergirî nayin girtin. Dêza zibalê, jiyana zindewerên din ava avê de tehdît dike. Niha bi mîlyonan vîrûs û mîkrob di nava vê dêza zibalê de hene. Em banga xwe ya roja dest pê kê dubare dikin. Divê qapaxên bendavê bên vekirin û bi awayekê kontrolkirî bê valekirin. Bi awayekê lezgîn divê ev dêzên zibalê bên komkirin û paqijkirin. Ger ev yek neyê kirin, wê rewş ne baş bibe.”