Piyangoya sererastkirina înfazê bersûcên Komkujiya Somayê jî girt! 2020-04-27 09:10:07 MANÎSA – Parêzerê doza Komkujiya Somayê Seçîl Ege Degerlî, diyar kir ku bi sererastkirina înfazê cezayê bersûcên komkujiyê bê kêmkirin û dê zû bên berdan.  Berdana kesên girtî ya ji ber sererastkirina înfazê didome û sererastkirin bandor xwe lê gelek dozên girîng ên welat dike. Bersûcên doza Komkujiya Somayê ku 301 kedkaran têde jiyana xwe ji dest da jî ketin ber sererastkirinê. Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Îzmîrê, di nîsana 2019’an de xwediyê kana komirê Can Gurkan ku komkujî li kana wî pêk hatibû berdabû û ceza li 4 bersûcên din birîbû. Ji ber sererastkirina înfazê zû berdana bersûcên dosyaya ku di asta Dadgeha Bilind de ye ket rojevê.    CEZAYÊ BERSÛCAN KET   Parêzerê doza Komkujiya Somayê Seçîl Ege Degerlî, têkildarî mijarê axivî û ragihand ku bersûcên komkujiyê Midurê Giştî yê Kargehê Ramazan Dogrû û Midurê Teknîkê yê Kargehê Îsmaîl Adalê ku diviyabû di sala 2028’an de bi şert bihatina berdan, wê di îlona 2022’an de bên berdan û Midurê Kargehê Akin Çelîk û Endezyarê Kargehê Ertan Ersoy jî dê di îlona îsal de bên berdan.    PÊŞÎ LI SOMAYÊN NÛ VEDIBE   Parêzer Degerlî, destnîşan kir ku bi sererastkirina înfazê cezayê bersûcdan 5-6 salan hatiye kêmkirin û wiha got: “Heke dadgehê bi ya me bikira û bi sedema ku bi zanebûn bûne sedema mirina kedkaran ceza bida bersûcan dê di demeke ewqa nêz de nedihatin berdan. Ji bo vekirina kargehên komirê careke din ruxsat dane Can Gurkan, Ev kes niha dikare kanekê veke. Bi vê yekê pêşî li Soma û Ermenekên nû hat vekirin.”   ENCAM TERCÎHA POLÎTÎK A DESTHILATÊ YE   Degerlî, da zanîn ku biryarên ku di doza Somayê de derketine polîtîk in û ev tişt anî ziman: “Sererastkirina înfazê ku siyasetmedar û rojnameger li derveyî wê hatin hiştin jî tercîheke polîtîk a desthialtê ye. Bi sererastkirina înfazê derket holê desthilat dixwaze kî/ê ceza bike kî/ê ceza neke. Desthilatê, sererastkirinê ji xwe kir darê zorê ser serê muxalîfan. Dewlet dixwaze tenê muxalefetê terbiye û ceza bike.”    MA / Sevda Aydin