Muezzînoglu: Divê nexweşxaneyên hatin girtîn bên vekirin 2020-04-27 09:12:05 ENQERE – Endamê Lijneya Rêveber a ATO’yê Arîf Muezzînoglu, diyar kir ku divê nexweşxaneyên di çarçoveya têkoşîna li dijî şewbê de hatin girtin bên vekirin û xebatkarên tendurisiyê yên hatin îxraçkirin paşve vegerin ser karê xwe. Bi belavbûna şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re girîngiya xwe mafê tenduristiyê hin zêdetir derket holê. Li Enqerê bi vekirina Nexweşxaneya Bajêr a Bîlkentê re, 6 nexweşxaneyên bi giştî ji 2 hezar û 950 nivînan re guncaw hatin girtin. Piştî vekirina nexweşxaneya bajêr, Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Tenduristiya Jin a Dr. Zekaî Tahîr Burak bi şewbê re weke nexweşxaneya karantînayê hat bikaranîn.   Li aliyekê nexweşxane hatine girtin û li aliyê din jî welatiyên ji derveyî welat tên li wargehên xwendekaran ên girêdayî Saziya Wargehên Kredî tên bicih kirin û dixin karantînayê.   Endamê Lijneya Rêveberiya Odeya Bijişkan a Enqerê û Platforma Nexweşxaneya Min Vekin (HAP) Arîf Muezzînoglu, bal kişan ser şertên di wargehan û wiha axivî: “Şert û mercên wargehan ji bo îzolasyonê ne guncawin. Li bajêr niha 5 nexweşxaneyên girtî hene. Ev nexweşxane ji bo îzolasyê guncawin. Di heman demê 11 hezar û 500 xebatkarên tenduristiyê yên di demên cuda de, ji ber hincetên vale hatine îxraçkirin hene. Divê li van nexweşxaneyan xizmet bê kirin. Nexweşxaneyên ji bo têkoşîna li dijî şewbê hatine girtin divê bên vekirin. Li şûna wargên KYK’ê bila nexweşxaneyên girtî binirxînin. Em hîna di destpêka şewbê dene. Hîna rojên bi xeter li benda mene. Dîsa bi hinceta lêpirsîna ewlekariyê, bijîşkên nû nayin tayîn kirin. Ligel ku ev li dijî Qanûna Bingehîne jî, bijîşkên ciwan nayîn tayîn kirin. Dviê kedkarên tenduristiyê yên bi KHK’an hatine îxraç kirin, paşve vegerin ser karê xwe. Kesên hatine îxraç kirin, kesên bi tecrûbene. Hem di warê bijîşkiyê, hem di warê hiqûqî û mirovî de divê tavilê ev bê kirin.”   MA / Emrûllah Acar