Li Îzmîrê xebatkarên tenduristiyê yên bi virûsê ketine derket 447’an 2020-04-27 11:24:05 ÎZMÎR – Odeya Bijîjkan a Îzmîrê, diyar kir ku li bajar hejmara xebatkarên tenduristiyê yên ku bi virûsê ketine derket 447’an.   Odeya Bijîjkan a Îzmîrê, hejmara xebatkarên tenduristiyê yên ku bi vîrûsê ketine rojane kir. Li gorî daxuyaniya Odeya Bijîjkan a Îzmîrê ku li ser medya civakî hat parvekirin; 142 jê bijîjk, 2 jê diransaz, 137 jê hemşîre-pîrik-karmendên rtenduristiyê, 81 jê personel, 16 jê sekreterên tibî, 23 jê teknisyen, 30 jê karmend, 6 jê dermafiroş, 2 jê derûnînas, 5 jê peywirdarê ewlehiyê, 1 jê ajokar û 2 jê endezyar bi giştî 447 xebatkarên tenduristiyê bi vîrûsa koronayê ketine.