Yusuf: Tirkiye û rejîm demografiyê diguherînin 2020-04-27 11:44:15 ŞEHBA – Endama Desteya Rêveberiya PYD’ê Hediye Yusuf diyar kir ku piştî Tirkiyê rejîma Sûriyê jî dixwaze li niştewarên kurdan demografiyê biguherîne û got: “Ev polîtîkayek taybet û du alî ye. Hem demografiyê diguherînin û hem jî xelkê bi vîrûsê re rûbirû dihêlin.” Li hemû dinyayê rojeva sereke vîrûsa koronayê ye û di rojeva cîhanê de ye, lê li Sûriyê di bin navê têkoşîna li dijî koronayê de rojeva sereke geşedanên leşkerî û siyasî ne. Tirkiye bi armanca guhertina demografiyê 150 wesayît konvoy veguhezstin Cerablûs û Girê Spî û bi awayek kordîne rejîma Sûriyê jî polîtîkayek wek a Tirkiyê birêve dibe. Rejîma Sûriyê di bin navê têkoşîna li dijî koronayê, roman û çîngeneyan li niştewarên kurdan Til Hasil û Til Aran ên Helebê bicih kir. Endama Desteya Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hediye Yusuf van geşdanên du alî nirxand û got Tirkiye û rejîma Sûriyê dixwazin li herêma kurdan demografiyê biguherînin.   HER DU CIH DI DESÊ REJÎMÊ DE NE   Yusuf destnîşan kir ku Til Hasil û Til Aran ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve armanca êrişan e û got: “Xelkê herêmê bi komkujiyên komên selefi û radîkal re rûbirû ma. Gelek ji wan sirgûn bûn û mehkÛmî mirinê hatin kirin. Sepanên dij mirovî diqewimin. Ev rewş heta ket destê rejîma Sûriyê dewam kir.”   ‘POLÎTÎKAYEK TAYBET A DU ALÎ YE’   Yusuf da zanîn ku rejim ji bo her du niştewaran jî polîtîkayên cuda birêve dibe û got: “Qey mirov dibêje wek ku her du cih tunebin tevgeriyan. Ji bo pêşketina van her du cihan jî tiştek nekirin. Heta niha her tim xelkê me yê wir wek sûcdar hat hiştin. Di hundirê çemberekî de dijîn. Di rojên derbasbûyî de rejîmê li ser herêmê polîtîka û planên demografiye xistin dewrê. Romanan û û Çîngeneyan tînin û li herêmê bi cih dikin. Ev polîtîkayek taybet e û du alî ye. Hem dixwazin demografiya herêmê biguherînin. Hem jî dixwazin xelkê me yê herêmê bi vîrûsa koronayê re rû bi rû bihêlin.”   ‘DIXWAZIN XEBATÊN HERÊMÊ PÛÇ BIKIN’   Yusuf anî ziman ku hemû dinya bi têkoşîna vîrûsê re têdikoşe û rejîm ji van tevdîran dûr e û ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê tu tiştekî nake û ji bo van her du herêman polîtîkayên taybet birêve dibe. Yusuf da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî talûkeyan ketiye tevgerê û got: “Rêveberiya Xweser ji bo herêmê li dijî koronayê tevdîran girt û digire. Lê Rejîma Sûriyê dixwaze van xebat û tevdîrên Rêveberiya Xweser pûç bike. Ev rewş ji bo Şehba, Heleb û herêmên di destê rejîmê de jî derbasdar e. Li gel vê yekê Çîngeneyên birine Til Hasil û Til Aranê jî daxilî vê yekê ye. Em vê siyasetê qebûl nakin. Divê her kes li hember vê hestiyar tevbigere.”   SIYASETA RÊ Û RÊBAZ   Yusuf da zanîn ku halê hazir hêj Sûriye di nava şer de ye û got: “Her roj hêj însan dimirin. Li gelek deverên şer lê didome demografî hatiye guhertin. Rejîma Sûriyê nikare li dijî vîrûsê têbikoşe. Dixwaze koronayê ji xwe re bike firsend û cihên winda kiriye bi vî awayî kontrol bike. Heke hikumet ango rejîma Sûriyê li çareseriya welat diğere, yek ji hêza herî xurt a welat Kurd in û neçare kurdan li ber çavan bigire. Pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareseriya van pirsgirêkan siyaseta rê û rêbaz pêşkêş dike.”   MA / Nazim Daştan