Qedexe rabû her kesî berê xwe da goşt 2020-04-27 11:57:18   ENQERE - Li Enqereyê piştî qedexeya derketina derve ya 4 rojan bi dawî bû bi sedan kes li pêş Saziya Berhemên Goşt û Şîr ketin dorê.    Bi armanca tedbîrên li dijî şewba vîrûsê li 30 bajarên mezin ji bo 4 rojan qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Piştî qedexeya derketina derve ya 4 rojan bi dawî bû, kolan dîsa zindî bûn. Yek ji van bajarên di rojên qedexe de kolan vala bû Enqere bû. Li Bajarê Enqere piştî qedexe rabû bi sedan kesan berê xwe da Saziya Berhemên Şîr û Goşt û ketin dorê. Li qada Ataturk, kolanên Ziya Gokalp û Mithatpaşa yên Navçeya Çankaya trakîf xetimî. Li pêş market û firiran bi sedan kes ketin dorê. Welatiyan li dijî şewbê rûpoş xistin rûyê xwe û hewl dan xwe biparêzin. Dîsa di saetên serê sibê de girseyên li rawestgehên otobusan bal kişand ser xwe.    Li kolana Sakarya jî esnafên ku çîçekan difiroşin bermahiyên wan bal kişandin. Esnafan diyar kirin ku ji ber şewbê bi hezaran TL zerar kirine.    Piştî qedexe rabû li kolana Sakarya bi sedan welatî li pêş Saziya Berhemên Goşt û şîr ketin dorê. Dora li ber deriyê Saziya Goş tû Şîr bal kişad ser xwe.